Qeyûmê destûr neda fitarê

ÊLIH – Qeyûmê şaredariya Êlihê piştî 15 roj şûn ve bersiv da bernama xwarina fitarê ya HDP’a Êlihê got: “Li parqan ji ber ku erdek hişk tune ye, daxwaza we guncav nehatiye dîtin.”

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê xwest li parqên Şerzan Kurt, Kîne Em, Zozan, Mele Evdilayê Timoqî û 8’ê Adarê bernameya xwarina fitarê li dar bixe. Ev bername ji aliyê qeyûm Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy ve hat redkirin. Qeyûm astengiya bernamê bi angaşta “Erdek hişk ku têr bike tune ye” da nîşandan. HDP’ê di 6’ê hezîranê de serî li Serokatiya Şaredariya Êlihê da û qeyûmê jî piştî 15 rojan bi riya PTT bersiv da serlêdanê. Şaredariya di bin fermana qeyûm de wiha bersiv da serlêdanê: “Serlêdana we ji aliyê me ve hat nirxandin. Daxwaza we ya ji bo parqan ji ber ku li parqan erda hişt têr nake guncav nehatiye dîtin.”

Qeyûmê ku destûr neda HDP, her êvar li Parqa Ataturkê bernameya fitarê li dar dixe.