AMED - Hevserokê DBP'a Amedê yê berê Alî Şîmşek ku nêzî 14 mehan girtibû, serbest hat berdan.
Hevserokê DBP'a Amedê yê berê Alî Şîmşek ku di 17'ê nîsana 2016'an de hatibû girtin, di rûniştina yekem de hat berdan. Şîmşek ku ji 8.5 salan heta 20 salan ceza jêre dihat xwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û di daneşîneşîna ewil de serbest hat berdan. Li gel Şîmşek û parêzerên wî, Parlamerterên HDP'ê Feleknas Uca, Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên navçe û bajêr û malbata Şîmşek di rûniştina dozê de amade bûn. Şîmşek parastina xwe bi kurdî kir. Şîmşek sûcên li ser xwe red kir û xwest bê berdan. Dozgerê rûniştinê di mutaleyê de biryara ku girtina Şîmşek bidome daxwaz kir. Parêzerên Şîmşek li dijî mutaleya dozger parastin kirin, dan zanîn ku daxuyaniyên çapemeniyê yên Şîmşek ên wergera wan hatine kirin, şaş hatine dest girtin û daxwaz kirin werger ji nû ve bê kirin. Piştî navberek kurt heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temam kirin, Şîmşek tahliye kir û doz taloqî meha kanûnê kir.