Malbatên leşker û polîsan bertek nîşanî dewletê dan

AMED – Malbatên polîs û leşkerên di demên cuda de ji aliyê PKK’ê ve hatine desteserkirin li Amedê daxuyanî dan û li dijî dewletê nerazîbûn nîşan dan. Malbatan ji PKK’ê jî xwest ku derbarê zarokên wan de agahî bide.

Di dem û cihên cuda de 13 leşker û polîs ji aliyê PKK’ê ve hatine desteserkirin. 6 malbatên ji van leşker û polîsan hatin Amedê û piştgiriya rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de malbat, Serokê ÎHD’a Amedê û Nûnerê ÎHD’ê yê Heremê Abdulselam Înceoren amade bûn.

‘EM AMADE NE’

Di civînê de ewil Serokê ÎHD’a Amedê Bîlîcî axivî û diyar kir ku pêwîste parazvanê mafê mirovan di bin her şertî de li dijî binpêkirina mafan derbikevin. Bîlîcî ev tişt got: “Me gelek caran leşker û polîsan çi li heremê û çi jî li Başûrê Kurdistanê ji destê PKK wergert û anî. Lê li gel me vê peywîra mirovahî kir, lêpirsîn di derheqê me de hatin vekirin. Dîsa jî çi bikeve ser milê me em amadene. Ji bo ev kes bigîhîjin malbatên xwe çi bikeve ser milê me em amadene. Em hêvîdarin ku wê her du alî ji li banga me guhdar bikin û ji bo daxwaza me bê cih dê şert û mercên pêwîst bicih bînin.”

‘DEWLET TU AGAHÎ NEDA ME’

Piştî Bîlîcî, bavê astsubayê di 17’ê îlona 2015’an de li Geliyê Pulumura Dêrsimê ji aliyê HPG’iyan ve hat desteserkirin û di heman demê de Serokê Lîjneya Rêveberiya Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey jî axivî û wiha got: “Ji roja kurê me hatiye desteserkirin şûn ve em mirî ne. Bi mehane me agahî ji kurê xwe negirtiye. Herî dawî min di 2016’an de di vîdeoyek hate weşandin de kurê xwe dît. Dewlet tu agahî neda me. Ev zarok dijîn an jî mirî ne? Di bin kîjan şertan de dijîn? Heke em vê yekê dizanibin em xwe bi ewle hîs bikin. Makezagona dewletê dibêje ku bi teminata ewlehiya mal û canê welatiyê xwe mukelef e. Ev zarok jî li ser riyên bejahiyê yên dewletê hatin revandin. Dewlet xwedî derneket. Ez li vir bang li rêxistinê jî dikim. Êdî nedin cezakirin. Êdî bes e em vê êşê nekişînin. Zarokên me radestî me bikin.”

‘RAYEDAR BÊDENG IN’

Bavê çawişê pispor Umît Gicir ê k udi 21’ê îlona 2016’an de li ser riya bejahiyê ya Çelê hat desteserkirin Musa Gicir jî wiha got: “Me ji wê demê ve heta niha tu agahî ji kurê xwe negirtiye. Me gelek caran serî li hikûmetê da. Lê rayedaran ji me re gotin ‘sebir bikin.’ Ev yek nayê qebûlkirin.” Gicir li dijî berdewamkirina şer nerazîbûn nîşanî hikûmetê da.

‘ÊDÎ BES E’

Birayê çawişê pispor Ferdî Polat ê ku li Şirnexê 18 meh berê hat desteserkirin Alî Polat, bavê leşker Muslum Altintaş ê ku di 2’ê cotmeha 2015’an de li Pulumura Dêrsimê hat desteserkirin Şevket Altintaş û dayika polîs Vedat Kaya yê ku di 24’ê tîrmeha 2015’an de li ser riya bejahiya Amed û Çewlikê hat desteserkirin Amîne Kaya jî kurte axaftin kirin û daxwaz kirin ku zarokên radestî wan bên kirin. Malbatan ji kuştina mirov û berdewamkirina şer re gotin “êdî bes e” û divê demildest bê rawestandin.

Piştî daxuyaniyê malbat ji Amedê zivirîn.