'Divê bi dengekî bilintir bê dengkirin'

MÊRSÎN - Wênekêş û helbestkar Mehmet Ozer ê Çewlîgê wek malzaroka diya xwe ya duyemîn diwesfîne diyar kir ku, derketina ji vê pêvajoya tarî bi dengkirina dengekî hîn bilindtir pêkan e.

Wênekêş û helbestkar Mehmet Ozer ê bi eslê xwe ji Artvînê ye, wiha pênaseya Çewlîgê dike:"Çewlîg, warê min ê duyemîn ê welidînê ye. Malzaroka duyemîn a diya min e, ku min gelek nirxên ez îro wan bi israr didomînim, min li wir bi dest xist." Ozer ê ku bi hishisîneke sift tiştên jiyaye vegot, rêwîtiya wî ya ewil di 1976'an de bi sirgûnkirina ji Lîseya Rîzeyê dest pê dike. Ozer diyar dike ku, dema wan li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Rîzeyê dixwend, komeke nîjadperest bi ser lîseya wan de digirin û xwendekarin dikevin ber destê wan hemûyan derb dikin. Ozer pêkûtiyên wê demê û serpêhatiya xwe yî Çewlîgê wiha vedibêje."Beriya çend rojan polîsan bi ser dibistanê de girtiye, hemû veşargeh hatine tarûmarkirin, tu emanetekî ku em xwe pê biparêzin nema bû. Rewşa me nebaş bû. Quncika temirandina şewatê bi hawariya me de hat. Belkî cara ewil amûrên tefandina şewatê; bivir, bêr, qofe, tîr bi kêrî tiştekî dihatin. Wê demê me êrîşakrên faşîst perîşan kirin. Pişt re em rastî cezayan hatin. Pêşî Fedaî Alceylan ê ji Amedê hatibû hat sirgûnkirin. Çû Çewlîgê. Pişt re ez jî çûm Lîseya Çewlîgê."

EW TU BÛYÎ YÊ 'EZ XORTÊ KURD IM' NIVÎSANDIYE

Ozer diyar kir ku, şer li Lîseya Çewlîgê jî dewam kiriye û got, piştî salan dema ew rastî mamosteyê xwe yî wêjeyê Omer Polat tê, hîn dibe ku ji bilî du kesan hemû hevalên wî hatine kuştin. Ozer dest nîşan kir ku, nivîsa bi qûnikên cixarê ya li ser dîwarê Lîseya Çewlîgê hatibû nivîsandin jiyana wî zaf guherandiye û wiha got:"Li Lîseya Çewlîgê salên 1976-1977 serdemên ku êrîşên nîjadperestî pêk dihatin bû û dîsa min û Fedaî mil dabû hev û me şer dikir. Di dema derketina dibistanê de em rastî êrîşan dihatin. Ez hatim binçavkirin. Ez li nezaretxaneya Muduriyeta Polîsan a Çewlîgê dihatim ragirtin. Nivîseke bi qûnikên cixarê li ser dîwar hatibû nivîsandin bala min kêşa bû, min xwend û min li perçeyek kaxiza di bêrîka min de bû ew nivîsand. Wê lêgerîna dawî bikiranan û ez berdanama. Polîsekî sivîl ku min ji devoka wî fêm kir ku ji aliyê Behra Reş e, ez sehî kirim û kaxiza di bêrîka min û nivîsa li ser dît. Wechê wî guherî û kulmek li ser pozê min xist, ez li ser piştê ketim. Xwîn ji pozê min tê û gêja min dere. Bi dengekî bilind nivîsên li ser kaxezê xwend:'Heke porê te reş, buruyên te reş bin, ez ê ji te re bibêm sewdasera min, Ez Xortê Kurd im.' Bi hêrseke zêde bi ser min de hat û ez dam ber pehînan. Got, 'Nexwe tu kurd ş he, kurdê Artvînî he. Lazîstanê ava bike, em ê alîkariya te bikin' û bênavber li min da, min li dîwaran dixe. Xwe dispêra dîwar û bilind dike û pehînan li min dixe, sixêfan dike û gefan dixwe. Polîsê li cem jê re got, 'bise tu yê wî bikujî' û dixwest bibe asteng."

DIGOT 'AX OGÛL' Û BIRÎNÊN MIN MAÇ DIKIR

Ozer ê ku got, "Halbûkî ez 16 salî bûm û min ji ku dizanibû kurd, Kurdistan û Lazîstan çî ye" diyar kir ku, tenê sûcê wî ew bû ku, ew şoregerekî ku baweriya xwe bi gelê xwe anî bû. Ozer diyar kir ku, piştî wê lêdanê, wî davêjin çopgeha li baxçê paş ê Enstîtuya Perwerdehiyê û got, ew bi zor û heft bela ji wir derketiye û dema hişyar bûye, dîtiye ku ew li mala hevalê xwe Mehmet Alî Han e. Diyar kir ku, Mehmet Alî Han ciwanekî ku li Enstîtuya Çewlîgê xwendkear bû û wî ji çopgeha dibistanê wergirtiye û biriye mala xwe li gundê Mikaîlê yê Kanîreşa Çewlîgê. Ozer dest nîşan kir ku, ji ber ew li Çewlîgê tenê tirk bû dihat nasîn û wiha domand:"Wek lehengekî şoreşger ê ji Tirkiyeyê hatiye sirgûnkirin li min dinihêrîn. Halbûkî ez zarok bûm. Ji bo ez li qereqolê nemirim, ez avêtim çopgehê. Ez tim dibêjim, ez yekî ji çopgehê me. Mala Mehmet Alî li gund, mala herî xizan bû, ji bilî du bizinên wan tiştekî din tune bû. Bav Riza Han karkerê înşaatê bû. Li malê du xwişkên wî û diya wî hebû, bi tirkî nizanibûn. Dayikê bi tirkî tenê peyva 'ogûl' dizanibû. Baş tê bîra min, birînên min dipêça maç dikir û bi nalînî digot 'Ax ogûl.'" Ozer anî ziman ku peyva "Ax Ogul" ji bo wî bi gazîkirina bi hezaran pirtûkî bêtir bibandor tê û wiha got:"Dayika min Heves ez bi ramûsanan welidandim. Bi maçkirina birînin min, ez baş baş kirim. Dubare li jiyanê vegeriyam. Ez di nav malbateke ku qet wan nas nakim, wek kurekî wan de bûm."

'RUHÊ MIN LI WIR TEŞE GIRT'

Ozer ê ku got, "Yê teşe da ruhê min Çewlîg e" diyar kir ku, piştî vegera wî ya li jiyanê, veguherîna civakî ya duyemîn jî ew liv ir jiyaye û wiha got:"Ev jî dersa exlaqê bû." Ozer ê veguherîna li wir jiya wek "Ruhê min li wir teşe girt" pênase kir diyar kir ku, mala ku ew çûyê ji du beşan pêk dihat, li beşekê wê bizin diman û li beşa wê yî din jî malbat dima. Ozer wiha domand:"Ez jî li bendê bûm ku, wê êvarî min li odeyeke din razînin. Wê ji min re bêjin, bû êvar ev der odeya te ye, lê ji dolabê nivîneke mezin derxistin û raxistin. Dawiyê balîg û lihêf jî danîn ser. Min dît dayika Heves çû cem bizinan, tiştek li xwe kir û hat raza. Bavê min Riza çû, hat û raza. Xwişkên min razan, dor hat min. Li bi min tiştekî ecêb dihat, heyirîm. Dema ez wisa difikirîm, bavê min Riza fêm kir. Li ser çongan rûnişt û ji min re got, 'Min fêm kir ku tu çi difikirî. Ez wek kurê xwe li te dinerim. Heke tu kurekî min ê bi rûmet bî, tu yê wisa nefikirî û razê. Lê heke tu bê rûmet bî, mala min biterikîne.' Ev gotin wek kulmekê li ser çavê min diketin û ez razam. Di jiyana xwe de, wisa xweşik û bi aram qet raneketibûm."

'HER HENASEYEKE MIN DEYN E'

Ozer anî ziman ku, ew hîn bûye ku exlaq bi bîrbiriya mirov; ne bi bedena mirovî ye û wiha got:"Ji ber vê ez her henaseyeke xwe ji gelê, bavê xwe Riza, dayika xwe Heves, hevalên xwe yî lîseyê wek deyn li ser xwe dihesibînim. Ji bo vê ez helbestan dixwînim, wêneyan dikêşim. Bi hêviya kêliyekê fêda min bigihêje hinan. Ji bo mirov wek min wekhve bin dikim." Ozer anî ziman ku, wî li Enqereyê Atolyeya Civaka Rasteqîne vekiriye û dest nîşan kir ku, ew li nav civakê pirsgirêkekê diyar dike, wêne û çîroka wan dikêşe. Ozer da zanîn ku, wî di salên 2011 û 2013'an de ji bo Sûrê xebatek kiriye û wiha got:"Me wêne û çîroka gelê Sûrê kêşa û vegot. Eger hûn bibêjin dewlet li Sûrê çi tune kir, hûn ê li xebata me binêrin. Hûn ê bibînin ku, mirov tune ne, dar tune ne, mal û kevok tune ne êdî. Li wî bajarê enqazî, jiyan bi tevahî enqaz e."

'DIVÊ BI DENGEKÎ BILINDTIR BÊ DENGKIRIN'

Ozer dest nîşan kir ku, berî ew bimire dixwaze şopên Qirkirina Dersimê jî bişopîne û anî ziman ku, mebesta wî ew e ku, bi xebatên xwe piştevaniya veguherîna dîrokî bike. Ozer ê ku got, "Eger stran bêdeng bûbin, hatibin bêdengkirin, mirov bi bêdengî daxivin û qelebalix bi paş ve vekişiyabin, divê tu gavekê derkevî pêş" û wiha domand:"Divê tu bi dengekî bilintir deng bikî. Çimkî dengkirina di nav milyonan de, dengê te dike teşbîha yekî din. Wê rojê divê tu bibî xwe, bi dengê xwe biqîrî, wê dengê te, helbesta te, wêneyê te, strana te bibe ronahiya li şevê. Divê tu îro nebêjî na. Bes qîmeta dengê te dikare wisa derbikeve holê. Halbûkî bi qasî em wê dema demê veguhêzînin îro em mirov in. Ez vê dizanim, vê dibêjim. Tiştekî din jî dizanim, ez wî zarokê duh im. Xwişk û birayên min ên beriya min çûn, ez ji bo we distrêm strana we."