Baroya Stenbolê di Nobeta Edaletê de ye

STENBOL- Parêzerên ku Nobeta Edaletê ya li Maçkayê ziyaret kirin, diyar kirin ku edalet weke nan û av girîng e. Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu anî ziman ku divê ew dadgeriya li Tirkiyeyê ji nû ve derxinîn holê.

Nobeta Edaletê ya li Parka Demokrasiyê ya li Maçkayê ku bi armanca piştgiriya ji bo "Meşa Edaletê" ya bi pêşengtiya Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdarogu ji Enqerê ber bi Stenbolê ve dest pê kir, di roja 8'emîn de jî domiya.

Li parkê tenê pankartên li ser "Edalet" nivîsîne hatine daliqadin. Parêzerên girêdayî Baroya Stenbolê "Nobeta Edalê" ziyaret kirin. Nêzî sed parêzerên ku ketin parkê bi berzkirina dirûşmên "Edaletê" hatin pêşwazî kirin.

"EM EDALETÊ DIXWAZIN"

Li ser navê parêzeran, parêzer Ayhan Erdogan daxuyanî da û bal kişand ser bêhiqûqî û zilma li Tirkiyeyê tê meşand. Erdogan diyar kir ku bi biryarên ji jor de tên, mirov tên mehkûm kirin û wiha axivî: "Ev bêhiqûqiya heyî, di contaya faşîst a leşkerî ya 12'ê Eylûlê de jî nehatiye jiyîn."

'EDALET RÛMETA JIYANÊ YE'

Serokê Baroya Stenbol Mehmet Durakoglu jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ew nikarin qala dadgeriyeke serbixwe bikin û wiha got: "Civak edaletê dixwaze. Edalet weke nan û avê girîng e. Heya ku edalet tunebe ew nikarin birûmet bijîn. Li Tirkiyeyê dadgerî felç bûye. Divê em ji nû ve dadgeriyê derbixînin holê."

DÊ BERXWE BIDIN

Durakoglu da zanîn ku edalet jiyan bixwe ye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Li vî welatî parêzer hene û em ê daxwaza xwe ya edaletê qezenc bikin. Em ê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin. Em edaletê dixwazin."

Nobeta parkê ya welatiyan didome.