HDP’ê ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re kart şandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê ya Stenbol û Edeneyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re kartên Cejna Remezanê şandin.

Rêvebera Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya Stenbol û Edene ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekîlên girtî, rojnameger û hemû siyasetmedarên girtî re kartên Cejna Remezanê şandin û Cejna Remezanê li wan pîroz kir. 37 rêxistinên HDP'ê yên Navçeyên Stenbol, rêxistina HDP'ê ya Stenbol û rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li postexaneyan kart şandin û daxuyanî dan.


Bi sedan kesên li Rihtima Kadikoyê kom bûn li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi heviya edalet, demokrasî û aştî pêş bikeve ji girtiyên siyasî re kartan dişînin. Komê di daxuyaniyê de siloganên "Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî" berz kirin. Li ser navê 37 rêxistinên navçeyen Setnbolê Hevseroka HDP'ê ya Kadikoyê Gul Demir daxuyanî xwend. Demir, anî ziman ku di serî de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwaze. Demîr diyar kir ku ji ber têkoşîna azadiyê ya jinan hişmendiya mêr diricivife û ji jinan re azadî û edalet xwest. Demîr edalet ji her kesî re xwest û xwest girtiyên siyasî bên berdan.

JI OCALAN RE AZADÎ

Li qada Galatasarayê jî di pêşengiya jinan de daxuyanî hat dayîn û kart hatin şandin. Jin li ber postexaneya navendî ya Galatasarayê kom bûn û kart ji girtiyên siyasî re şandin. Jinan piştre daxuyanî dan. Jinan piştî kart şandin li ber postexaneyê pankarta "Ji her kesî re edalet" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir daxuyani da û got: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî 2 salin di bin tecrîda giran de tê girtin. Em azadiya Ocalan û edaletê dixwazin. Me karten ku azadiyê dixwazin şand.

LI EDENE JÎ BI HEMAN ARMANCÊ DAXUYANÎ DA

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li postexaneya Navendê kart ji girtiyên siyasî re şandin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, bertek nîşanî girtina siyasetmedaran da û xwest siyasetmedarên kurd azad bibin.