QSD gav bi gav li Reqqayê pêş de diçe

REQQA – QSD ber bi navenda Reqqayê ve gav bi gav pêş ve diçe. Li taxa Hattin dîmenên şerê dijwar bi qemerayan ve hatin qeydkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), operasyona rizgarkirina Reqayê ya “Cenga Mezin” di roja 17’emîn de berdewam dike. Li bajêr şerê dijwar diqewimin. Şervanên QSD’ê heta niha 5 taxan ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Şervan di milên rojhilat û rojava de ber bi navenda bajêr ve bi pêş ve diçin. QSD di milê rojava de ketin taxa Hattin û li taxê di navbera şervan û DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. QSD gav bi gav pêş ve diçe. Di şer de çekên giran tên bikaranîn. Kêliyên şerê dijwar ket pêş kamerayan. Biryargehên DAIŞ’ê yek bi yek ji destê wan tên sitendin. Li aliyê din balefirê girêdayî hêzên koalîsyonê, ji hewa ve êrîşî noqteyên DAIŞ’ê kirin. Li ser bajêr duxana reş bilind dibe.