ŞIRNEX - Bavê Cemîle Çagirga ya li navçeya Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de hate qetilkirin, Ramazan Çagirga li hemberî serdegirtina polîsan a li mala wî nerazîbûn nîşanda û got ku piştî qetilkirina Cemîle dewletê malbat ji xwe re kiriye hedef.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnex piştî qedexeya 14 kanûna 2015'an bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin. Li navçeyê hema bêje her roj hêzên dewletê bi ser malan de digirin û hin malbat gelek caran rastî vê serdegirtinê hatine. Ji van malbata yek jî ya Cemîle Çagirga 10 salî ku di 4'ê îlona 2015'an hat qetilkirin e.
Piştî qetilkirina Cemîle heya niha polîsan 5 caran bi ser mala malbatê ya li taxa Cûdî de girtiye û 4 caran bavê Cemîle, Ramazan Çagirga û herî dawî jî birayê wê Baran Çagirga hatine binçavkirin.
'POLÎS BI HINCETA SERDEGIRTINÊ DE ALAVÊN MALÊ DIDIZIN'
Bavê Çagirga Ramazan Çagirga da zanîn ku ew di nava mehekê de ji aliyê tîmên taybet ve 4 caran hatiye binçavkirin û wiha axivî: "Piştî qetilkirina keça min hêzên dewletê mala min û zarokên min ji xwe re kirine hedef. Herî dawî bi hêzên taybet ên rûyê wan girtî bi balyozan deriyên malê şikandin û ketin hundirê malê. Jin û zarokên malê dirêjî erdî kirin û gefên kuştinê bi wan xwarin. Tu caran tên jî hemû malê ser û bin dikin û tiştên malê didizin."
'POLÎSAN 4 CARAN EZ XISTIM BIN ÇAVAN'
Çagirga diyar kir ku ji ber polîsan derûniya zarokên wan xirab bûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Polîsan ez 4 caran binçav kirim. Di bin çavan de pirsa kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dayî dikirin û digotin, 'Mehmet Tunç kîjan çek bi kar dianî. Dixwestin bi van pirsên bê wate min bigirin."
'DERÎ Û ŞIBAKÊN ME DIŞKÎNIN, HEVJÎN Û KURÊ MIN BIN ÇAV DIKIN'
Dayîka Cemîle, Emîne Çagirga jî ev pêkanînên ser malbata wan weke dij hiqûqî bi lêv kirin û wiha axivî: "Dayîka Emîna Çagirga jî got ku kurê wê di dibistana dewletê de stajeriyê dike û wiha axivî: "Her roj polîs tên derî û şibakên me dişkînin, hevser û kurê min jî dibin Midûriyeta Polîsan. Ev êrîşên polîsan derveyî hiqûqê ne."