MÊRSÎN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tên ragirtin, sirgûnê Girtîgeha Kampusa Saziya Înfazê ya Tarsusê ku nû hatiye çêkirin, tên kirin.
Girtiyên jin ên li Tîpa C a Girtîgeha Jinan a Tarsusa Mêrsînê tên ragirtin, ji duh ve sirgûnî Girtîgeha Kampusa Saziya Înfazê ya Tarsusê ku li Taxa Alîfakî hat çêkirin, dikin. Hat zanîn ku heya Cejna Remezanê dê kar û barên sirgûna girtiyan bi dawî bibe.
Girtîgeha Kampusa Saziya Înfazê ya Tarsusê di bin banê Wezareta Dadê de ji aliyê TOKÎ ve li ser 400 donim erd hatiye çêkirin. Kapasîteya wê ji bo 8 hezar kesan e. Di nava kampusê de yek girtîgeha jinan, yek jî ya zarokan û sê jî jê girtîgehên Tîpa T hene. Dê girtiyên ji Mêrsîn û Edeneyê li van girtîgehan bê ragirtin.