AMED – Rûkyete Topdemîr a 60 salî ku li Farqînê hat binçavkirin di nezaretxaneyê de qeyrana dil derbas kir. Kurê Topdemîr, Alî Topdemîr li dijî binçavkirina dayika xwe bertek nîşan da û wiha got: “Jinek 60 salî wê çawa sûc bike. Binçavkirina dayika min li dijî aqilan e.”
Li taxa Yuksel a navçeya Farqîna Amedê di saetên serê sibê de bi dehan polîs û tîmên taybet bi ser mala Rûkyeta Topdemîr (60) ve girtin. Piştî lêgerînê Topdemîr hat binçavkirin û kurê wê 20 salî Ebûbekîr Topdemîr jî ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Topdemîr a ku hinceta binçavkirina wê nayê zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Topdemîr serê sibê saet li derdora 09.00’an di nezarexaneyê de qeyrana dil derbas kir û wê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat zanîn ku polîsan ji xizmên Topdemîr re gotiye “Ew serbest ma.”
‘JINEK 60 SALÎ WÊ ÇI SÛCÎ BIKE’
Kurê Topdemîr, Alî Topdemîr li dijî binçavkirina dayika xwe nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: “Ji bo binçavkirinê ji dozgeriyê tu bêlge nehatiye nîşandan. Heta niha tu pirsgirêkên nexweşînê yên dayika min tune bûn. Êdî ev dewlet ne temen û ne jî tiştek din difikire. Jinek 60 salî wê çi sûcî bike? Dê zerarek çawa bide? Vê binçavkirinê bi çi aqil û ferasetê dikin em jî nizanin. Çawa ku qeyrana dil derbas dike serbest jî tê berdan. Xwestin dayika min terkî mirinê bikin. Em ê doz vekin. Tiştek bi dayika min bibe wê kî hesab bide û wê kî berpirsyariyê bigire ser xwe?”
Topdemîr a li nexweşxaneyê anjiyo kirin û hêj di beşa lezgîn de tê girtin.