Rozerin Kalkan a 10 meh in di hucrê de ye nehat berdan

MÊRDÎN - 4'emîn rûniştina Rozerîn Kalkan a 10 meh in di hucreya yek kesî de girtî ye hat dîtin. Kalkan dîsa nehat berdan.

Rûniştina 4'emîn a doza Rozerîn Kalkan ku li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê di dema binçavkirinê de îşkenceya zayendî lê hatibû kirin û di 11’ê Tebaxa 2016’an de hatibû girtin hat dîrin. Di doza ku bi hinceta “endama rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat vekirin de, li gel Kalkana ku 10 meh in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin Mehmet Alî Agirman, Suphî Allak, Songul Adin û Remzî Adin ên girtî jî tên darizandin. Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rozerîn Kalkan ku li girtîgeha Nigdeyê dimîne ji ber pirsgirêka SEGBİS’ê tevlî rûniştinê nebû.

Piştî tespîtkirina nasnameya girtiyan û parêzerên kesên tên darizandin, dest nîşan kirin ku ew wextê binçavan de bûn, îşkence li wan hatiye kirin û her wiha parêzeran jî daxwaza tehliyeya kesên girtî kir. Dadgeriyê piştî parastina biryara berdana Suphî Allak da û biryara berdewama girtîmayîna kesên din da.

Heyeta dadgehê ji bo Kalkan tevlî danişînê bibe, biryara sewqkirin wê da û doz taloqî 29'ê Tebaxa 2017'an kir.