AMED - Ji endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP, DBP û HDK'ê yên li Amedê û bajarên din bi awayekî hevwext hatin binçavkirin 21 jê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin 10 jê hatin girtin 6 jê jî hatin berdan.
Di 14'ê Hezîranê de li Amedê bi awayekî hevwext bi ser malên endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê de hatibû girtin û di serdegirtinê de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesan 21 jê piştî karên îfadedayînê yên li muduriyeta polîsan danê nîvro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Dozgeriyê, bi daxwaza girtinê 21 siyasetmedar û aktivîstên mafên jinan sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin.
Piştî lêpirsîna heta derengê şevê Abdurrahman Baran Dag, Sibel İldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattin Kaygusuz, Cengiz Sokmen, Hasan İnatçi, Salih Keleş, Paşa Şeker bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Şahcan Tunel, Kerem Duruk, Hanım Aydin, Ebubekir Budak, Evren Ortaç û Helbest İlkan jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
Karên îfadeya Nalan Gozden, Necla Nergiz, Sibel Elvan, Ayşe Yagci û Selahattin Çap ku bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin didome.
Lê belê Ercan Arslan, Ayşe Gokkan, Gul Kiziltaş, Devran Balkakışa û Yuksel Baran hîn jî li muduriyeta polîsan tên ragirtin.
Hanim Aydin ku dema li Rihayê hatibû binçavkirin kîsikekî reş xistibûn sera û ew derb kiribûn. Her wiha Helbest Îlkan jî dema li Mêrsînê hat binçavkirin hatibû derbkirin.
Kesên hatine binçavkirin bi hinceta "Li ser fermanên KCK'ê fealiyetan dikin" tên tawanbarkirin. Dozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepeniyê dabû. Hat hînbûn ku siyasetmedar bi hinceta îfadeyên şahidên nepen, guhdarîkirinên telefonan û îxbarên hatine kirin hatine girtin.