Li ser îtirazan Kizilateş hat girtin

STENBOL - Êrîşkar Ercan Kizilateş ku di mînîbusê de êrîşî jina ciwan a bi navê Melîsa Saglamê kiribû, li ser îtirazan hat girtin.

Di 14'ê Hezîranê de di mînîbusa ku di xeta Pendîk-Aydosê de dixebitî, Ercan Kizilateş êrîşî jina ciwana ya bi navê Melîsa Saglam kiribû û ji ber vê duh dîsa hatibû binçavkirin. Êrîşkar Kizilateş ji ber tawanbariyên "tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê an jî biçûkxistinê", "birîndarkirina bi qesdî" û "heqaret"ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Heyeta dadgehê biryara berdana Kiziltaşê ku bi hinceta şort li xwe kiriye êrîşî Saglamê kiribû, da.

Dozgerê Lêpirsînê Mehmet Alî Yildiz, serî li 6'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê da û îtirazî biryarê kir. Li ser îtirazê dadweriyê bi tawanbariyên "astengkirina bikaranîna bawerî, raman û qenatê", "tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê an jî biçûkxistinê", "birîndarkirina bi qesdî" û "heqaret"ê biryara girtina Kizilateş da. Piştî biryarê Kizilateş şandin girtîgehê.