Li Sûrê sifreya ruyê erdê raxistin

AMED - Sifreya ruyê erdê ku li hemberî rûxandina li taxên Sûrê tê raxistin, vê êvarê jî bi beşdarbûyîna bi sedan kesî hat raxistin.

Sifreya ruyê erdê ya bi pêşengiya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na bi mebesta piştevaniya bi gel re tê raxistin, vê êvarê jî li ber Dêra Dayika Meryemê hat raxistin. Sifreya ku ji aliyê Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê hat raxistin rastî eleqeyeke zêde hat. Li ser sifreya ruyê erdê ya ku li kuçeyên teng û dirêj ên Sûrê hat raxistin bi sedan malbatên Sûrê yên li dijî rûxandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê li ber xwe didin û gelek kes piştevaniya van malbatan dikin rûniştin. PENA KURD, Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, endam û rêveberên HDP, DBP û odeya endezyarên makîneyan û gelek welatî jî piştevaniya sifreyê kirin.

Bi banga mele fitarî dest pê kir.