MÊRDÎN - Palforma Jinan a Mêrdînê, li Taxa Kotekê ya navçeya Artûlûyê xwarina fitariyê da.
Platforma Jinan a Mêrdînê li Taxa Kotekê ya navçeya navendî ya Artûklû ya Mêrdînê xftarê de hatin cem hevarina fitariyê da. Sifreya ku ji aliyê platformê ve hat amedekirin, li nav taxê hat raxistin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveber û endamên HDP û DBP'a bajêr, endamên Şaxa KESK'ê ya Mêrdînê û bi sedan nîştecihên taxê tevlî xwarinê bûn. Turk û Atalan gel ew pêşwazî kirin.
Ji beriya îftarê palyaço û bavşîrînok bi zarokan re reqisîn û ruyê zarokan boyax kirin. Piştî ku rojî hat şikandin, li ser navê platformê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku wan xwestiye ku wek platforma jinan nanê xwe bi gel re parvebikin û ji ber ku dema ew bi hev re ne hêzdartir in.
Piştî daxuyaniyê jinan ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî nepoxên bi çira firandin.