WAN - Li Şaredariya Erdîşê Mudurê Karên Paqijiyê Ferhat Çîftçî bi hinceta pere nedan 22 karkerên paqijiyê dixebitin.
Hat îdiakirin ku Ferhat Çîftçiyê ku li Şaredariya Erdîşê ya Wanê ku qeyûm tayînî wê hat kirin Mudurê Karên Paqijiyê ye, ji karkerên ku di karên paqijiyê de dixebitin perre xwestiye û ji ber pere nedanê 22 karker ji kar derxistiye. Hat diyarkirin ku Ferhat Çîftçî ku xizmê Alîgirê Wezîrê Bazirganiyê Ferhat Çîftçî ye, du kesên nêzî xwe şandine departmana paqijiyê û ji karkeran pere xwestiye û yên qebûl nekirine jî gef li wan xwariye.
‘DEYNÊ FERHAT BEG HEYE, HÛN Ê MEHANEYEK XWE BIDIN WÎ'
Ji 22 karkerên ku di 13'ê Nîsanê de ji kar hatin derxistin yek jê jî Mûhîttîn Mavî ye. Mavî, anî ziman ku gef li wan hatiye xwarin û wiha axivî: "Elemanên Ferhat ji her kesî pere xwestibûn. Ji ber ku me neda, em ji kar derxistin. Halbûkî berî em ji kar bên derxistin diviya bi 15 rojan ji me re bihatana gotin. Ji nişkave hatin û gotin 'Êdî neyên kar.' Aydin Işik pere ji me xwest. Got, 'mehaneyek xwe bidin. Hûn ê ji bo Ferhat Çîftçî bidin. Deynî wî heye, heke hûn pereyan bidin em ê we ji kar dernexînin.'"
‘ELEMENÊN FERHAT JI HER KESÎ PEREYAN DIXWAZIN'
Mavî, ragihand ku kesên ji bo Çîftçî pereyan berhev dikirin gotine "Ger hûn pereyan bidin em ê we ji kar dernexînin" û wiha domand: "Kesê din jî Bûrhan Kûl bû. Got, 'Eger hûn pera bidin em ê we ji kar dernexin.' Min got, ez nadim gelek deynên min hene. Paşê ez ji kar derxistim û niha hûn dibînin ku ez li ser înşeatê dixebitim. Xwedê qebûl neke. Elemanên Ferhat ji her kesî xwestibûn. Ji elemanên xwe xwestiye nêzî 100 hezar lîre berhev bikin. 22 kesan pere neda û yên nedan jî ji kar derxistin."
Têkildarî mijarê me hewl da xwe bigihînin Ferhat Çîftçî, lê belê me xwe negihandê. Rayedarê ku di Muduriyeta Karên Paqijiyê de dixebite û navê xwe neda der barê îdiayan de wiha got: "Me jî ev tişt bihîstin. Rast e xelet e nizanim. Gelek karker hatin derxistin. Lê ev 22 karker ji ber peymana wan qediya hatin derxistin."