ENQERE - Fîlîz Gencer ku ji 1993'yan ve di girtîgehê de ye, ji ber binpêkirinên mafan ên girtîgehê ev 25 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Fîlîz Gencer ku ji ber doza DHKP-C'ê tê darizandin û ji sala 1993'yan ve di girtîgehê de ye, li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.
Gencer ku di 24 salên mahkûmiya xwe de sewqî gelek girtîgehan hat kirin, di 19'ê Kanûna 2004'an de li Girtîgeha Bayrampaşayê di "operasyonên vegera jiyanê" de birîndar bûbû. Herî dawî 9 meh berê ji Girtîgeha Jinan a Şakranê sewqî Girtîgeha Jinan a Yenîşehîr a Bûrsayê hatibû kirin. Hemû serlêdanên sewqê yên Gencerê bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine wergirtin tim hatin redkirin.
‘JI BER DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR EW XISTIN HUCREYÊ'
Ji ber ku daxwazên wê tên redkirin û bi daxwaza dawî li binpêkirinên mafan bên 25 roj berê Gencerê dest bi greva birçîbûnê kir. Parêzerê Gencerê, Îlker Kapûsûzoglû ragihand ku li girtîgehê hevdîtinên bi hevalan re nayên kirin, name nagihîjin cihê xwe, di dema hevdîtina bi parêzeran re kamera û gardiyan tên ferzkirin.
Kapûsûzoglû, der barê redkirina serlêdanên sewqê yên Gencerê de wiha got: "Ji xwe di qanûnê de heye; mehkûmên hatibin sirgûnkirin piştî 6 mehan şûn de mafê wan ê sewqê heye."
VÎTAMÎNA B1'Ê NAYÊ DAYÎN
Kapûsûzoglû, ragihand ku rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1'ê nade Gencerê û ev agahî parve kirin: "6 roj berê bi zorê Filîzê birin nexweşxaneya dewletê. Ragihand ku dema wê birine gardiyanan îşkence lê kiriye û gefa mirinê lê xwarine. Em ê der barê vê de gilî bikin."
‘DEMA HEVDÎTINÊ KÊM KIRINE'
Wasiya Gencerê Nagehan Kûrt çend roj berê serdana gencerê kir û got ku, dema hevdîtinê hatiye kêmkirin. Kûrt wiha axivî: "Di qanûnê de dema hevdîtinê di navbera nîv saet û saetekê de ye, lê belê li vir ev dem kêmtir e. Filîzê îtirazî vê yekê kiribû û teblîxê wê hatibû kirin ku dema hevdîtinê hatiye dirêjkirin. Lê belê, îro me dît ku ev nayê sepandin."
Kûrt, diyar kir ku Gencer di hucreyeke bê hewa û nebaş de tê ragirtin û wiha ragihand: "Filîz di greva birçîbûnê de ye û li hucreyekê tê ragirtin. Mehkûmeke edlî jî xistine hucreya kêleka wê û tim bi ser Filîzê de dike qîrîn û heqaretan lê dike. Daxwaza wê ya ji bo vê yekê jî tê redkirin. Ji me re dibêjin kesên dikevin greva birçîbûnê û yên nakevinê li cem hevdu nayên ragirtin."