Penaber: Cejn ji bo penaberan bê wate ye

EDENE -Penaberên sûriyeyî ku li Edeneyê di konan de dimînin, gotin ku cejn ji bo wan tiştekî îfade nake.

Bi hezaran penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berê xwe dan Çûkûrovayê, piraniya wan di konên serobero de dijîn û li nav zeviyan dixebitin. Penaberên sûriyeyî ku di şert û mercên netenduristiyane de û bi awayekî erzan li nav zeviyan dixebitin, bi hesreta cejnên li welatê xwe ne. Penaberan, anî zziman ku ew ji xaka xwe dûr in û ji ber vê yekê ji bo wan tu wateyeke cejnê tune ye.

‘EM WEK KOLEYAN DIJÎN'

Ji penaberên sûriyeyî Elî Ehmedê ku li nav zeviyan dixebite û di konê de dijî, anî ziman ku ji bo wan tu wateyeke cejnê tune ye û wiha got: "Heke pereyên me hebûna, em ê di konan de nejiyana û li nav zeviyan nexebitiyanan. Cejn nehatiye ber deriyê me. Heke bihatana, em ê ne di vê rewşê de bûnan. Çimkî, hûn halê me dibînin. Ez ê roja cejnê di kon de rûnêm û bigirîm."

Eynê Rondî jî wiha axivî: "Cejn hatiye, lê em çi bikin. Cejn ji bo kesên ku ne dûrî ax û welatê xwe ne heye. Em li van deran wek koleyan dijîn. Cejn ji bo me nehatiye."

‘MIN DIXWEST DI CEJNÊ DE LI WELATÊ XWE BÛMA'

Mihemed Salih jî, anî ziman ku ew ji Kobaniyê hatine Edeneyê û ev 3 sal in di konan de dijîn û li nav zeviyan dixebitin. Salih, got ku dewlet û saziyên alîkariyê alîkariya wan nakin. Salih, diyar kir ku heke di cejnê de li sînor destûr bê dayîn ew dixwaze biçe Kobaniyê û cejna xwe li wir derbas bike. Salih wiha diyar kir: "Ji bo çûyînê jî pere lazim e. Yên perê wî hebin, dema dewlet destûrê bide dikare biçe. Niha em di konan de ne û atmosfera cejnê tune ye. Dema em li welatê xwe bûn di cejnan de em hemû dihatin gel hev. Me bi vî awayî pîroz dikir. Niha jî em ê tenê li konan rûnên û dibe ku em biçin der û cîranan. Ji ber vê, ji bo me tu wateya cejnê tune ye."

Herî dawî jî Edûlê Ehmed got ku ji bo wan cejna tiştekî îfade nake.