Qereqolên nû li Katoyê ava dikin

ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Katoyê ku zêdeyî 2 mehan e bi pêşengiya cerdevanên taybet operasyona leşkerî didome, niha amadekariyên çêkirina qereqolên nû tên kirin.

Piştî ku li Şirnex û navçeyên wê bi sedan herêm ji aliyê walîtiyê ve wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin û têketin û derketinên wan hatin qedexekirin, operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û ev operasyon hîn jî didomin. Yek ji van operasyonan jî operasyona li herêma Çiyayê Kato Jîrka û herêma Bestayê ye ku di 18'ê Nîsanê de hatibûn destpêkirin. Di van operasyonan de bi hezaran leşker û cerdevan cih digirin û her wiha heta niha di van operasyonan de gelek cerdevan û leşker jî jiyana xwe ji dest dane.

Ev operasyon bi pêşengiya cerdevanên taybet ên ku di bin navê "Hançer", "Yildirim" û "Bayrak"ê de tên birêxistin ve tên birêvebirin. Di salên 90'î de ev kom gelek îşkence, xesp kiribûn û tiliya wan di kuştina gelek sivîlan de heye.

ZÊDEYÎ 2 MEHAN E KU LI KATOYÊ OPERASYON BERDEWAM E

Piştî ku di 31'ê Gulanê de helîkoptera ku Fermandarê 23'yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan Aydogan Aydin jî di nav de ket û 13 leşkerên paye bilind mirin, operasyona li herêma Çiyayê Katoyê ji rojevê hatibû derxistin. Niha her ku diçe ev operasyon berfirehtir dibe. Bênavber bi balafirên kargoyî leşker û muhîmat tên sewqkirin û her wiha ji herêma Katoyê tim dengê bombeyan tê.

QEREQOLÊN NÛ TÊN ÇÊKIRIN

Çavkaniyên herêmî yên li herêma ku hema bêje hemû têketin û derketinên wê hatine qedexekirin, gotin ku bi makîneyên kar û teqemeniyan gelek şikeft tên texrîbkirin. Çavkaniyan, dest nîşan kir ku hin teqemeniyên ku li şikeftan hatine bicihkirin nehatine teqandin. Hat gotin ku, ji bo avakirina binkeyên leşkerî makîneyên leşkerî tim dixebitin. Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku, ji bo qereqolên nû tim bi kamyonetan malzemeyên înşeatê tên veguhastin.