STENBOL - Nobeta Edaletê ku li Parka Demokrasî ya Maçka hatiye destpêkirin, di roja 9'an de berdewam dike. Her ku diçe, ji hemû derdorên civakê kes tevlî Nobetê dibin û çeperên çalakiyê fireh dibin. Beşdarên çalakiyê diyar dikin ku çalakî ya hemû kesî ye û xwestin hemû reng û dengên cuda tev li Nobeta Edaletê bibin.
Nobeta Edaletê ku li Parka Demokrasî ya Maçka hatiye destpêkirin di roja 9'an de berdewam dike. Her ku diçeji hemû derdorên civakê kes tevlî Nobeta Edaletê dibin û li vir daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman. Ji hemû reng, bawerî, fikr û beşên civakê tevlî Nobeta Edaletê dibin û daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman. Jin ciwan, kal, pîr û hemû beşên civakê tên li vir tev li nobetê dibin û ji bo parastina mafê xwe yê çandî, civakî, aborî, siyasî û nasnameyî nobeta Edaletê digirin. Karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo parastina mafê xwe, karkerên keda wan tê xwarin ji bo mafê xwe, kesên xizmên wan hatine girtin ji bo mafê xwe, kesên rastî tundiyê û bê hiqûqîyê tên mafên xwe tînin ziman. Ji hemû beşên civakê û nûneren saziyen sivîl tên Nobeta Edaletê ziyaret dikin û piştgiriyê didin nobetê.
Ciwan bang li hemû beşên civake dikin û dixwazin vir bikin Qada Edaletê û li vir daxwazên xwe û dengê xwe bilind bikin. Ciwan dixwazin kesên beşdarî çalakiyê dibin bikin duyemîn berxwedana Parka Gezî û çalakiyê geş bikin û belav bikin.
Ciwanên tên li vir bi zimanê xwe pankart û dowîzên xwe vedikin û bi zimanê xwe daxwazên xwe tînin ziman. Dîsa bi zimanê xwe stranan dibêjin û li gorî çanda xwe govende digerînin. Govend, horon, folklor û gelek cureyên lîstikan li vir tên pêşandan û hemû reng li vir dibin yek û geş dibin. Ciwan bi kurdî, tirkî, lazî û erebî stranan dibêjin û bi ziman û rengê xwe daxwazên xwe tînin ziman.
Gelek rewşenbir, nivîskar û hunermend tên li vir beşdarî çalakiyê dibin piştgiriyê didin çalakiyê.
Ciwan li vir panel, forum, civînan çêdikin û niqaşan didin destpekirin. Dîsa welatiyên ji derve tên wan bi germahî pêşwazî dikin û ji nêzîk ve bi mêvanan eleqeder dibin. Li vir bi hev re xwarinê çêdikin û bi hev re xwarinê dixwin û her tiştê xwe bi awayekî kollektîf li hev par ve dikin. Hem xwarina xwe parve dikin û hem jî hest û ramanê xwe parve dikin.
Nûnerên saziyên wekî DİSK, TTB, TMMOB, KESK û gelek saziyên din her roj tên parkê nobeta Edalete ziyaret dikin û piştgiriyê didin çalakiyê.