Malbatên leşker û polîsên di destê PKK'ê de: Dawî li şer bînin

AMED - Malbatên leşker û polîsên ku ji aliyê PKK'yiyan ve hatin desteserkirin, bertek nîşanî rayedarên dewletê ku ew bi tenê hiştin û ji bo wan tu tiştî nakin dan. Malbatan xwest ku demildest dawî li pevçûn û bombebaranan bê.

Ji ber polîtîkayên şerî yên li herêmê ketine dewreyê, nêvengeke pevçûnî heye û li çar aliyên herêmê jî operasyonên leşkerî hene. Hikûmeta ku tenê bala xwe daye operasyonan, hêzên dewletê yên di dîrokên cuda de ji aliyê PKK'yiyan ve hatine desteserkirin hema bêje ji bîr kirine. Leşker û polîsên ku berê li herêmê hatibûn desteserkirin, li ser hewldanên BDP'î û parêzvanên mafên mirovan teslîm hatibûn wergirtin. Herî dawî di 1'ê Gulana 2014'an di dema protestokirina avakirina Qereqola Cendirmeyan a Abali ya Licê de di 2 pispor ji aliyê PKK'yiyan ve hatibûn desteserkirin û paşê li ser hewldanên parêzvanên mafên mirovan teslîmî Qeymeqamê Licê hatibûn kirin. Rayedarên dewletê malbatên 13 leşker û polîsên ku ji wê demê heta niha hatine desteserkirin hema bêje bi tenê hiştine û leşker û polîsên desteserkirî jî terkî çarenûsa wan kirine. Her wiha herî dawî rêxistina terorî ya DAIŞ'ê vîdeoyên şewitandina leşkerên bi navê Sefer Taş û Fethî Tekîn weşandibû. Lê belê hîn jî rayedarên dewletê daxuyaniyek nedaye û li hemberî vê xwe li nedîtî û bêdengiyê datînin.

Malbatên leşker û polîsên ku ji aliyê PKK'yiyan ve hatin desteserkirin, bertek nîşanî rayedarên dewletê ku ew bi tenê hiştin û ji bo wan tu tiştî nakin dan. Malbatan ji PKK'ê xwest ku der barê aqûbeta zarokên wan de agahiyan bidin wan.

‘DEWLET ZAROKÊN ME NEPARAST'

Serokê Desteya Rêveberiya Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey, bavê Binefser Semîh Ozbey ku di 17'ê Îlona 2015'an de PKK'yiyan li Geliyê Pilemûriyeya Dersimê di dema venêrîna rê de ew desteserkirin, got ku ji roja ku kurê wî hatiye desteserkirin heta niha tu agahî jê wernegirtine. Ozbey wiha bertek nîşan da: "Ev zarok bi xwe neçûn û teslîmî rêxistinê nebûn. Ev zarok li qereqolên vê dewletê hatin desteserkirin. Hûn wek dewletê xwedî li wan derneketin. Qet nebe niha bên û em bi hev re çi hewce be bikin. Ev 40 sal in li herêmê hûn heman tiştî dikin û heman tiştî ji xwe re dikin hedef. Lê bi qasî serê derziyê jî hûn pêş ve neçûne. Êdî bes e. Ev leşker û polîsên we ne, xwedî li wan derkevin."

‘DIVÊ BOMBEYAN NEBARÎNIN'

Ozbey, diyar kir ku wan bi rayedarên dewletê re hevdîtin çêkiriye, lê der barê aqûbeta zarokên wan de tu agahî wernegirtine. Ozbey, got ku di meha Çileya 2016'an de vîdeoyek hatiye weşandin û wî kurê xwe di wê vîdeoyê de dîtiye. Ozbey, diyar kir ku ew dest vala ji hevdîtinên bi rayedaran re kiriye vegeriyaye û wiha got: "Me yekser ji serokomarê me re got. Min xwest bobebaranên li van çiyayên ku zarokên me lê ne bê rawestandin. Çimkî ratesterast hedef kuştina mirovan e. Êdî bes e bila mirov nemirin." Ozbey, ji PKK'ê xwest ku bila demildest zarokên wan bên berdan.

‘RAYEDAR DIBÊJIN SEBIR BIKIN'

Mûsa Gicir, bavê Çawîşê Pispor Umît Gicir ku di 21'ê Îlona 2016'an de li ser riya Çelê ya Colemêrgê hat desteserkirin, anî ziman ku ev nêzî 300 roj in ku wî tu agahî ji kurê xwe wernegirtine. Gicir got ku tenê wî di vîdeoyeke ku hatiye weşandin de kurê xwe dîtiye. Gicir, diyar kir ku wî gelek caran bi rayedarên dewletê re hevdîtin çêkiriye û wiha bertek nîşan da: "Ji me re tenê dibêjin 'sebir bikin'. Ji bilî vê tu tiştî nabêjin. Pêşî dixwazim ji dewletê bipirsim. Pîvana sebrê çî ye? Sê hezar sal e? Pênc hezar sal e? Sînorê vê sebrê çî ye, ji me re bibêjin."

‘JI TIRSAN EM TEMAŞEYÎ TELEVÎZYONÊ JÎ NAKIN'

Gicir, ji PKK'ê xwest ku demildest zarokên wan berde. Gicir dest nîşan kir ku ew ji pevçûnên diqewimin ditirsin û wiha got: "Li cem me bi navê kenînê tiştek tune ye. Ji tirsan em temaşeyî televîzyonê jî nakin."

'ÇARESERIYÊ PEYDE NAKIN'

Songul Altintaş, dayika leşkerê bi navê Muslum Altintaş ku di 2'yê Cotmeha 2015'an de li navçeya Pilemûriye ya Dersimê hat desteserkirin, wiha got: "Êdî nikarim îdare bikim." Altintaş, anî ziman ku ew vîdeoya ku di serê sala 2016'an de ji aliyê PKK'ê ve hat weşandin ew zaf kêfxweş kirine û wiha got: "Me bi rayedarên dewletê re hevdîtin çêkirin. Tenê ji me re dibêjin 'bisekinin'. Ew nizanin li kuderê ne. Çareseriyê peyde nakin."

‘HER KU BOMBE DITEQE ZIRAVÊ MIN DIQETE'

Altintaş, xwest ku dawî li operasyonên leşkerî bê û wiha got: "Her ku bombe li Qendîlê tên barandin, ziravê min diqete. Ew bombe li nav dilê min diteqin, wisa hîs dikim. Çav û guhê me tim li televîzyonan e. Aqlê me tim li wir e." Altintaş diyar kir ku ji roja ku kurê wê hatiye desteserkirin heta niha mala wê veguheriye mala şînê û wiha got: "Bila êdî tu ciwan ji ber vî şerî nemirin, divê li vê cîhanê her kes bi ecela xwe bimire. Em dixwazin dawî li pevçûnan bê. Em dixwazin aştî çêbibe. Em dixwazin aştî bê vê cîhanê."

‘MA HÛN Ê XWEDÎ LI LEŞKERÊN XWE DERNEKEVIN?'

Altintaş, bang li rayedaran kir û wiha got: "Me ev zarok şandin leşkeriyê. Ma dema tiştek bê serê vana hûn ê bêdeng bimînin? Ma hûn ê nekevin pêyî wê? Me zarokên xwe teslîmî we kiribû. Ma hûn ê xwedî li wan dernekevin?"

Şîrîn Sûngûr jî, dayika leşkerê Suleyman Sûngûr ku li ser riya Amed-Çewligê li nêzî Deşta Fîsê ji aliyê PKK'yiyan ve hat desteserkirin, got ku kurê wê bi dergistî bûye û ev 2 sal in ew agahî jê wernagirin. Sûngûr, anî ziman ku rayedarên dewletê tu tiştî ji wan re nabijin û wiha got: "Em dixwazin dawî li vî şerî bê. Em naxwazin dayik bigirîn. Bila ne dayikên kurd û ne jî yên tirk bigirîn. Êdî bes e. Em cîhaneke wekhev û adil dixwazin."