TIR'ên mohrkirî çi dikişînin Cerablûsê?

DÎLOK - Bi TIR'an ber bi Cerablûsê ve sewqiyat tê kirin. Deriyên qaseyên van TIR'an mohrkirî ne û ajokarên wan jî nizanin çi di qaseyan de ne. Her wiha li wî aliyê sînor şervanên komên çekdar ên "Mertalê Firatê" van TIR'an pêşwazî dikin. ÎHH, AFAD û Kizilay jî bi heman awayî bi refeqatî û parastina tîmên taybet di qaseyên girtî de malzemeyên ku nayê zanîn çi ne vediguhêzînin Cerablûsê.

Ji deriyê sînor ê Karkamiş a Dîlokê ber bi Sûriyeya ku bi rûxandinê di rojeva cîhanê de ye hesin, çîmento û amûrên înşeatê tên şandin. Li deriyê sînor TIR bi qasî 15 kîlometreyan li dû hevdu rêz bûne û qaseyên wan girtî û mohrkirîî ne. Me ji ajokaran pirsî ku ka bi TIR'an çi tê veguhastin, lê gotin ew jî nizanin çi vediguhêzînin. Ajokaran got ku li gumrukê kontrola ewraqên wan tê kirin û paşê bêyî ku venêrîn an jî kontrolên ewlehiyê bên kirin ew derbas dibin.

KOMÊN ÇEKDAR TIRÊN MOHRKIRÎ PÊŞWAZÎ DIKIN

Hat diyarkirin ku piraniya TIR'ên ku deriyê qaseyên wan mohrkirî ji lîmanên Mêrsîn û Îskenederûnê tên û piştî ku ev TIR'ên mohrkirî deriyê gumrukê derbas dikin, li navenda Cerablûsê ji aliyên komên OSO'yê ve tên pêşwazîkirin. Li wir ajokar tên daxistin û TIR'an dibin depoyên ku cuda hatine çêkirin û li wir tên valakirin.

NIZANIN KU ÇI VEDIGUHÊZÎNIN

Ajokarekî TIR'ê ku got navê wî Yaşar e lê ew paşnavê xwe nabêje, anî ziman ku berê wan perçeyên motoran ku malê Çînê bûn û malên prefabrîk vediguhastin, lê belê vê carê ew nizanin çi vediguhêzînin. Yaşar, diyar kir ku dema wî ewil kar wergirtiye, jê re gotine dê sewqiyat ber bi Cerablûsê ve çêbibe. Yaşar anî ziman ku wî nexwestiye bike, lê piştî di warê ewlehiyê de mîsogeriya ku dê tu pirsgirêkê çênebin ji bo wan hatiye dayîn wî kar qebûl kiriye. Yaşar wiha axivî: "Dema min got ez ê çi veguhêzim, ji min re negotin. Dema bar li TIR'an hatin barkirin derî hatin mohrkirin û temî li min kirin ku derî neyê vekirin."

‘EM TEXMÎN DIKIN ÇEK IN'

Yaşar, anî ziman ku wek vî barî wî çend carên din jî bar barkiriye, lê der barê bar de tu agahî ji bo wan nehatiye dayîn. Yaşar, diyar kir ku her çi qas agahiyan nedin jî lê ew texmîn dikin ku tiştê ew dikişînin çek in. Yaşar, anî ziman ku dema hemû TIR'ên mohrkirî dikevin Cerablûsê, ew bi refeqatiya hêzên taybet heta cihê diyarkirî diçin. Yaşar got ku, dema bar tê danîn ew di heman guzergahê re ber bi Tirkiyeyê ve diçin.

ÎHH, AFAD Û KIZILAY ÇI VEDIGUHÊZÎNIN?

Li sînor li gel TIR'ê deriyên wan mohrkirî hejmara TIR'ê Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH), Kizilaya Tirk û AFAD'ê jî balê dikêşin. Her wiha ev TIR bêyî ku li deriyê gumrikê bên rawestandin derbas dibin. Di hundurê van TIR'an de jî Polîsên Tevgera Taybet ku di dest wan de çek hene tên dîtin. Li pêşî û paşiya her TIR'ekî wesayîtên spî û camên wan reş ên bi marka ISUZU hene. Nayê zanîn ku di hundurê van TIR'an de çi tên veguhastin û bêyî ku di dorê de bimînin derbas dibin û diçin Cerablûsê.

DERIYÊ SÎNOR TÊ FIREHKIRIN

Tê dîtin ku deriyê sînor tê firehkirin. Li qada ku înşeat lê ye bi awayekî zêde wesayîtên zirxî û leşker hene. Ji bilî karkerên înşeatê û polîsan destûra kesî nayê dayîn ku biçin qadê. Ji bilî firehkirina derî, xebatên xeraca TIR'an jî dest pê kiriye.

Erdogan Alayumat/Haci Yusuf Topaloglu - dihaber