OHAL'ê kevneşopiya 200 salan qedexe kir

ÎZMÎR - Gundê Bademler bi salona xwe ya şanoyê, muzeya pêlîstokan, koperatîfa çandiniyê û pirtûkxaneya xwe, gundekî mînak e. Lê çandeke wê ya kevnare bi OHAL'ê hat qedexekirin. Keyayê gund Mehmet Uysal aşkera kir ku 200 sal e ew kevneşopiya xwe ya "gerandina bizinê" ya di qada dawetê de pêk tanîn, lê bi OHAL'ê ev kevneşopiya wan hatiye qedexekirin.

Elewiyên tahtaci yên li gundê Bademler a navçeya Urlayê ya Îzmîrê dimînin, ji sala 1930'an heta niha, ji 7 salî heta 70 salî bi şanoyê mezin bûne. Li vî gundî lîstikên şanoyê ji hêla gundiyan ve tên amadekirin, derhênerî û senarîstiyê lîstikan jî ji hêla gundiyên Bademlerê ve tê kirin. Gund di sala 1820'an de 12 konên wan hebûn, îro nifûsa wê 2 hezar e û gundekî bi nav û deng e. Gund navê xwe ji 2 darên beyîfê digire û gundiyên herêmê bi titûnê debara xwe dikir. Piştî dewletê kota da ser titûnê, gundiyan dest bi çandina kulîlkan kir. Ji derveyî xebatên hunerî, gundiyan di sala 1962'yan de Kooperatîfa Rakirina Çandiniyê jî ava kir û ji bo hemû gundên herêmê bûn mînak.

YEKANE GUNDÊ ŞANOYA WÊ HEYÎ

Ev gunda li Tirkiyeyê yekane gundê ku salona wê ya şanoyê heye, piştî mamosteyê bi navê Mustafa Ararat di sala 1933'yan de tayînê gund dibe, ji wê demê ve çanda şanoyê li wir heye. Listika yekemîn a bi navê "Yarim Osman" (Osmanê Nîvço) lîstika yekemîn e û li Qada Çepmebaşi ya gund hatiye hatiye pêkêşkirin. Gund ê bi şanogeriyê tê nasîn, gelek navên wekî Shakespeare Ahmet, Juliyet Zeynep, Mînoş Emmî jî tê nasîn. Keyayê gund Mehmet Uysal diyar kir ku avahiya şanoyê di sala 1969'an de hatiye avakirin û wiha axivî: “Dê ronahiya şanoyê li gund tu carî netemire. Kevneşopiya şanoyê bandorê li ser hemû gelê herêmê dike."

BI HER TIŞTÊN XWE YEKEMÎN E...

Gund di warê paqijiyê de jî gundekî mînak e. Di pêşbirka di sala 2012'an de ji hêla Wezareta Bajarvanî û Derûdorê ve tê amadekirin de, gundê herî paqij ê Tirkiyeyê tê hilbijartin. Her kes taxa xwe paqij dike û li ber mala xwe kulîlkên rengîn diçînin. Dîsa bi dirûşma "Her tiştê tê avêtin ne sergo ye", ji bo şûşeyên petê, teneke û kotikên cigareyan jî qutiyên sergoyê danîne û tiştên ku ji bo paşve vegerê hebin tên komkirin. Arkeolog Dr. Musa Baran berî ku jiyana xwe ji dest bide, di sala 2003'yan de mala xwe ya li qada gund vediguherîne muzeya pêlîstokên zarokan. Wekî salona şanoyê, muzeya gundê Bademlerê jî li Tirkiyeyê yekemîn e.

GUNDEKÎ AZADÎXWEZ E

Uysal aşekera kir ku gundê Bademler ê elwiyan e, lê bi tu awayî cudahiyê naxe navbera tu olan û wiha pê de çû: "Hemû bawerî li vî gundî bi hev re dijîn. Dibên gundê ku mizgefta wî tuneyî, lê li vî gundî mala Cemê jî tune. Kesî ev neanîn rojevê. Li Bademlerê her kes li gorî dilê xwe jiyana xwe ava dike. Di bin siya tu olî de nîne û gundekî azadîxwaz e." Uysal piştrast kir ku hin çandên wan xweddî dîrokek 200 salan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mînak di dema dawetan de kevneşopiyeke me ya 'Gerandina bizinê' heye. Leymûnê bi qiloçê vê bizinê ve dikin û piştî xemilandinê li qada dawetê tê gerandin. Her malbat dixwaze li qada gund daweta xwe bike. Lê bi OHAL'ê re dawetên li qada gund û ber malê hatin qedexekirin. Em ji ber qedexeyan, di salonên dawetan de dawetan dikin."

KEVNEŞOPIYA 200 SALAN

Yek jî kevneşopiyên jî cilên bi navê "Deyre" ye û ev ji hêla jinan ve tê xwekirin. Deyreyê ku ji pîneyê îpekê tê çêkirin, ji etegekî 3 qatî pêk tê. Dayika 74 salî ya bi navê Elîf Oral, aşkera kir ku bi sedan sal e dêre li ser vê axê di çanda gelan de ye û ev tişt got: "Roja piştî dawetê keşke tê çêkrin. Bûk bi wê Deyreyê tê dawetê. Pişt re bi pîneyê keten 'Serî Tê Girêdan' û dia tên kirin. Li ser eniya wê zêrek tê girêdan. Li ser wê jî 'Tomata' tê girêdan. Piştî dawetê du rojan tê li xwekirin, pişt re tê derxistin." Oral destnîşan kir ku kevneşopiyeke gund jî ew e, zarokên 40 wan derdikeve, bi 40 kevirî tên şûştin, di meha 6'emîn de qurban ji bo wî tê dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke zarok keç be, cilên herêmî lê dikin û destê wê hine dikin. Heke zarok kur be, cilên efeyan li wî dikin û di binê landikê de 3 caran hol dikin. Di dema holkirinê de diayên wekî 'Ya Allah ya Muhammed, Ya Alî' tê xwendin. Kevneşopiya me gelekî bi me şirîn tê. Em berdewam kir, niha zarokên me berdewam dikin. Dê her berdewam be."