NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo çareseriya krîza li Kendavê, lîsteyekê sazkirinê ya nû dan pêşiya Qatarê. Hin welatên ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, ji bo Qatar baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê bigire, lîsteyeke ji 13 xalan pêk tê hat şandin.
Erebistana Siûdî, Emîrên Ereban ên Yekbûyî (EEY), Bahreyn, Misir û Kuveyt, ji bo careseriya krîza li Kendavê lîsteyeke şandin Qatarê. Di lîsteyê de ji bo Qatara ku bi "Alîkariya terorê" tê tewambarkirin, tê xwestin ku baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê jî bê girtin. Lîsteya heyî ji 13 xalan pêk tê.
Di xala ku balê dikişîne ser Baregeha Leşkerî ya El Rayyan a Tirkiyeyê û ev tişt tê gotin: "Ev baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ku di demek nêz de hatiye avakirin, divê bê girtin û divê hevkariya leşkerî ya bi Tirkiyeyê re bê bi dawîkirin."
LÊKOLIYÊN DÎPLOMATÎK ÊN BI ÎRANÊ RE JÎ HENE
Her wiha di lîsteyê de tê xwestin ku televîzyona Al Jazeera ya ku navenda wê li Qatarê ye û weşana navneteweyî dike, divê bê girtin, divê alîkariya madî ya ji bo Husiyên Şîiyên li dijî hikumeta Yemenê şer dikin bê qutkirin, divê têkiliyên dîplomatîk ên bi Îranê re bên cemidandin, divê hemû alîkariyên ji bo kom û rêxistinên terorê tên dayîn bên bi dawîkirin. Ev rêxistin jî wekî Birayên Misliman, DAIŞ, El Qaîde, Nusra û Hîzbullahê hatin rêzkirin.
10 ROJ DEM HAT DAYÎN
Ji bo Qatar li gorî lîsteyê tevbigere, 10 roj dem hat dayîn. Hat gotin ku lîste bi rêya Dohayê ji Qatarê re hatiye şandin.