ENQERE - îktîdara AKP'ê piştî referandumê projeya li 18 bajaran Nexweşxaneyên Bajar ava bikin amade kirin. Di çarçoveya projeya Nexweşxaneyên Bajaran de nexweşxane ketin meriyetê. Hekîman proje rexne kir û diyar kir bi van nexweşxaneyan ji bo mutahîdan deriyê rantê û ji bo nexweşan deriyê nexweşî û pirsgirêkan tê vekirin. Hekîman anîn ziman ku nexweş wekî mujterî û nexweşxane wekî şîrketa kar tê dîtin.
Hikûmeta AKP'ê di sala 2004'an de “Projeya veguhestina tenduristiyê" xist meriyetê. Niha jî projeya “Nexweşxaneyên Bajar" dixe meriyetê. Tevî ku projeya "Veguhestina Tenduristiyê" ji aliyê xizmetkarên tenduristiyê ve hat rexnekirin û nehat pejiradin jî niha Îktîdara AKP'ê tevî hemû nerazîbûnan Projeya Nexweşên Bajar dixe meriyetê. Hekiman bertek nîşanî projeyê dan û diyar kirin ku wekî hişmendiya rêyan a “çêke bikar bîne û dewir bike" niha jî bi hişmendiya “çêke kirê bike û dewir bike" tev digrin.
Şîrketên ku îhaleya zeviyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye diyar kirin bi modela "Çêke, kîrê bike û dewir bike" digirin, bê berdêl nexweşxaneyê ava dikin. Şîrketên ku nexwexaneyê ava dikin heta 25 salan dewrî Wezareta Tenduristiyê dikin. Berdêla kîraya Nexweşxaneyê ji sermaya nexweşxaneyê tê pêşwazikirin. Ger ku hatina nexweşxaneyê ji têra kirê neke dikarin ji xazîneyê bigirin. Pişti ev nexweşxane tê vekirin nexweşxaneyên dewletê tên girtin. Nexweşxaneyên Bajar ên tên avakirin dê bi 40 milyar dolar bibe mal. Li gorî projeyê dê 18 Nexweşxaneyên Bajaran bê avakirin û 10 milyar û 621 milyon û 669 hezar Dolar pere bê xerçkirin. Piştî proje bi dawi bibe dê 30 milyar û 262 milyon û 530 hezar dolar kîraya wan bê dayîn.
NEXWEŞXANE DIBIN DERIYÊ RANTÊ
Piştî nexweşxane hatin avakirin şirketên ku ji bo xizmetên tibbî, laboratuvar, cilşo, paqijî, ewlehî, xwarin bidin ser xwe, çilekiyan dikin û li dora nexweşxaneyan cirîtan didin xwe. Şîrketên ku li vir îhaleya van xizmetan bigirin ji bo rantê tev digerin.
Nexweşxaneya Bajar a Isparta ku di Adarê de ket meriyetê. Xizmetên tenduristiyê yên di Nîsanê de heqê xwe negirtin, biryar dan ku di 1'ê Tîrmehê de dest bi grevê bikin. Bijîşk ger ku guhertin neyên kirin dê di 1'ê Tîrmehê de ji nûve dest bi kar bikin. Delegeyê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) yê Enqereyê Dr. Çetin Atasoy, bertek nîşanî vê projeyê da û diyar kir ku dê deriyê rantê li pêşiya sermayedaran veke û deriyê nexweşî û pirsgirêkan li pêş xizmetkarên tenduristî û nexweşan veke. Atasoy, anî ziman ku wekî “Otelên 5 stêrk" tê pênasekirin û wiha got: “Aliyekî pir xweşik nîşan didin û dikişînin nava xwe. Lê aliyê din nexweşan wekî muşteri dbînin. Nexweşxane wekî navenda bazirganiyê û nexweş wekî muşterî ne. Nexweşiyê dikin qada bazirganiyê. Yê nexweşxaneyê ava dike garantiya ji sedî 70 tijebûna nexweşxaneyê dide. Yanî ji sedî 70 garantiya mişteriyan dide."
Endamê Heyeta Şopandina Nexweşxaneyên Bajar ê TTB'ê Dr. Beyazıt Îlhan jî bal kişand ser kapasiteyê û wiha got: "Ger ku nexweşxaneyên bajaran di dema xwe de xelas bibe û têkeve meriyetê, dê di sala 2023'an de ji bo 41 hezar nexweşan cih amade be. Yanî dê 41 hezar nexweş karibin li nexweşxaneyan razên. Lê ji bo nexweşxaneyek karibe di nava şert û mercên bi tenduristî de xizmetê bide divê herî zêde 100-600 doşek hebin û herî zêde karibin 600 nexweşan razînin. Lê Nexweşên Bajar dijberî vê yekê li her nexweşxaneyekê zêdeyî hezar doşek hene. Kampusa Entegre ya Tenduristiyê ya Edene hezar û 550, Li Kampusa Tendiristiyê ya Mersînê hezar û 250, li Eskişehirê hezar û 81, li Kayseriyê Hezar û 584, Li Bilkentê 3 hezar û 660, Nexweşxaneya Bajar a Etlik 3 hezar û 566, Nexweşxaneya Bajar a Bûrsayê hezar û 355, Nexweşxaneya Stenbolê ya Bajar 2 hezar û 680, ya Dîlokê hezar û 875, Nexweşxaneya Bajar a Îzmirê 2 hezar û 60 û Nexweşxaneya Bajar a Kocaeliyê dê hezar û 180 doşek kapasiteya wan hebe.
Îlhan, anî ziman ku nexweşxaneyên gelek mezin tên çêkirin û li şûna xizmeta tenduristiyê zêdetir wekî wekî bazirganiyê tê dîtin. Îlhan. destnîşan kir ku li nexweşxaneyekê çiqas nexweş zêde bibin ew qas kalîteya nexweşan jî dadikeve û wiha got: "Li nexweşxaneyek ku 3 hezar û 500 doşekê wê hebin nikarin di nava şert û mercên tenduristî de xizmeta tenduristiyê bidin.
‘DÊ ZEVIYÊN NEXWEŞXANEYAN BIKIN QADA RANTÊ'
Serokê Şaxa Odeya Plansazên Bajar (ŞPO) yê Enqereyê Emre Sevim jî anî ziman ku piştî ev nexweşxane têkevin meriyetê dê rant pêş bikeve û wiha got: "Nexweşxaneyên ku li dervê bajar tên avakirin di aliyê çûn û hatinan de dê zahmetî bên kişandin. Nexweşxaneyên nava bajar ji aliyê çûn û hatinê de bêtir hêzan û lezgîn in. Zeviyên ji bo nexweşxaneyan tên diyar kirin dê bibin qada rantê.
Sevîm bal kişand ser nexweşxaneya 3 hezar û 600 doşek a Bilkentê û wiha got: "Ev yek dê bi xwe re trafîkê jî bixetimîne. Ev cihê ku nexweşxane lê tê avakirin cihê herî çûn û hatin zêde ye. Rojê 100 hezar mirov diçe û tê. Rojê nêzî 50 hezar maşînê dê di vê rêyê de biçin û bên. Jêrzemîna trafîka ku 50 hezar maşîne rake tune ye."
Barış Boyraz - dihaber