Ji bo Berberoglu dê serî li AYM'e bidin

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku dê ji bo wekîlê girtî Enis Berberoglu serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.

Meşa Edaletê di roja 9'an de didome. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di meşa Edaletê de piştî şeva xwe li Gundê Dan Ibracikê derbas kirin serê sibê dîsa dest bi meşê kir. Kiliçdaroglu, berî dest bi meşê bike, daxuyanî da. Kiliçdaroglu, diyar kir ku dê ji bo Enis Berberoglu, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin."