Karkerên petrolê: Em ê ji bo mafên xwe li ber xwe bidin

ÊLIH - Li Êlihê hezar û 600 karkerên di Petrolên Tirkiyeyê de dixebitin ketin greva giştî ya rojekê. Karkerên tevlî grevê bûne diyr kirin ku ger taybetkirina TP û biçûk kirina wê neyê rawestandin ew ê dest bi çalakiyên mezintir bikin.

Li Êlihê hezar û 600 karkerên di Petrolên Tirkiyeyê de dixebitin li dijî bitaybetkirin û biçûk kirina TP’ê duh çalakiya karberdanê ya rojekê pêkanîn. Karkerên endamên Sendîkaya Kar a Petrolê ku biryar dan li hemû aliyên Tirkiyeyê bikevin grevê diyar kirin ku ger taybetkirin berdewam bike ew ê dest bi çalakiyên mezintir bikin. 3 hezar û 600 karkerên ku li herêmên Êlih, Enqere, Semsûr û Trakyayê dest ji kar berdan û bertekên xwe anîn ziman. Karkerên li Êlihê bang li rêveberiya TPAO’yê kir ku dest bi bêkanînên xwe bedre.

‘EM Ê BIRYARÊN CIDÎ BIDIN’

Serokê Sendîkaya Kar a Petrolê yê Êlihê Şehmus Kaygusuz da zanîn ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin greva karkeran û wiha got: “TP şîrketeke ku ji nifş derbasî nifş dibe û rêveberiya TPAO’yê ji bo vê kevneşopiyê xira bike polîtîkayên taybetkirinê xistine dewrê. Midûrê ku di sala 2013’yan de bû rêveberê TPAO’yê ji bo dawî li TP’ê bîne û biçûk bike polîtîkayê dide meşandin. Wê demê jî bi berxwedana karkeran ev yek hatibû şikandin. Êlih gund bû bi saya TP’ê bû bajar. Rêveberiya TPAO’yê bi beyanên şaş û gotinên ‘em ê TP bînin halê ku bi şîrketên kûrewî re bikeve pêşbirkê’ dixwazin TP taybet bikin. Em karker jî ji bo TP mezintir û hilberîntir bibe têdikoşîn. Ji ber wê me dest bi grevê kir. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ger rêveberiya TPAO’yê van projeyên xwe paşde nekişîne em ê biryarên cidî bidin.”


Mehdî Şeker (53) da zanîn ku ev 30 salin di beşa temamkirina bîran de dixebite û wiha pêde çû: “Ger TP bê biçûk kirin dê tu sûca wê ji bo karker û Êlihê nemîne. TP di mezinbûna Êlihê de cihekî girîng digire. Ger TP bê biçûk kirin dê Êlih paş bikeve. Tirsa me ne takekesî ye. Li vir bavên me xebitîn, niha em dixebitin û piştî me jî dê zarokên me bixebitin. Ji ber wê em heta dawiyê piştgiriyê didin biryara ku ji aliyê sendîkaya me ve hatiye dayîn û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Murat Tekîn (39) ku ev 6 sale di TPAO’yê de dixebite da xuyakirin ku ew li dijî taybetkirina TP’ê ye, bi taybetkirinê re dê mafê karkeran bê binpêkirin û dê ewlehiya kar ji holê bê rakirin.

‘HER ROJ TIRSA DE MIN JI KAR BAVÊJIN DIJÎM’

Osman Çelîk (35) destnîşan kir ku ew tirsa dê ji kar bên avêtin dijîn û wiha domand: “Ji ber van pêkanînên ku ev 3 salin tên jiyîn em tirsa gelo dê karê me j ime bigirin, dê pêşeroja me çawa be dijîn. Ev 8 sale ez li vir dixebitim û din ava heman saziyê de bêdadiyek aborî heye.”

‘BI TAYBETBÛNÊ RE EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE WINDA BIKIN’
Mehmet Ozdemîr (50) jî wiha axivî: “Ev 30 sale di TP’ê de dixebitim. Ev bi salane karker li dijî bêdadiyê têdikoşin û di demên dawî de daxwazên me ji nedîtî ve tên. Taybetkirin tê wateya ku şîrket bikeve destê kesekê û dê karker gelek mafên xwe winda bikin. Ev me dixe nava fikaran. Bi taybetkirinê re jî dê mafê mey ê xwe rêxistinkirina sendîkayî jî bikev tahlûkê û ev rewş dê mafê mey ê ewlehiya kar ji holê rake.”