Niha wekî rojnamegerekî dimeşe Reqqayê

REQA – Egît Şêx Ehmet ê ku ji ber dagirkirina DAIŞ’ê ji warê xwe Reqqayê veqetiyabû, niha jî wek rojnamgerekî dimeşe bajarê xwe. Ehmed hestên xwe wiha got: “Ez bi hezkirin û evînek mezin ber bi bajarê xwe ve dimeşim. Ez dixwazim bi qemera û nivîsên xwe bibim yek ji perçeyê Reqqaya azad.”

Li Reqqayê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi boneya Reqqayê ji DAIŞ’ê rizgar bikin hemleya “Cenga Mezin” a ku dabû destpêkirin di roja 18’emîn de dewam dike. Pêşveçûna QSD’ê ya ber bi taxên Hattin, El Berîd û Qedîsiyê ve didome. Ji bo welatî zerar nebînin şervanên QSD’ê bi awayekî baldar operasyonê didin meşandin. Rizgarkirina reqqayê ji bo şervanên Reqqayî kelecanek mezin daye destpêkirin. Niha jî nûçegihanê Ronahî TV Egît Şêx Ehmed ê ji Reqqayê ku berî 5 salan ji warê xwe koç kiribû, niha jî bi bextewariyek mezin ber bi bajarê xwe ve dimeşe.

DAIŞ’Ê XWÎN, HÊSIR Û MIRINÊ ANÎ

Ehmed anî ziman ku ji ber dagirkirina DAIŞ’ê ya bajarê Reqqayê neçar mane ku koç bikin û wiha got: “Min beşa hiqûqê diqedand, lê ewil El Nusra û pişt re jî DAIŞ bajarê me dagir kir. Ez û malbata xwe bi hev re derbasî axa Rojava bûn. Berî ez diplomaya xwe zanîngehê bistînim me koç kir. Piştî ez derbasî Rojava bûm min li Ronahî TV dest bi rojnamgeriyê kir. Nêzî mîlyonek nifûsa Reqqayê heye. Li bajêr ereb, kurd, suryanî, çerkez û xirîstiyan jî dijîn. Bajêr ber bi Çemê Firatê ve dirêj dibe. DAIŞ’ê xwîn, hêsir û mirinê li Reqqayê bi cih kiriye.”
MIRIN Û RECM

Ehmed destnîşan kir ku mala wan li taxa Methena bakûrê Reqqayê dimîne û wiha pê de çû: “Me ji ber wan bajar terikand. Wê demê ji ber êrîşan 5 xizmên me hatibûn cem me. Piştî êrîşî me kirin ew 5 xizmên me hatin qetilkirin. Em rastî her pêkanîn û êrîşên wan hatin.” Ehmet diyar kir ku cihê biçûkatiya wî kirine wek cihê miriya û got navnîşanên ew dizanin bûye cihê recma jinan.

ÊRÎŞÊN LI EWROPA LI REQQAYÊ TÊN ORGANÎZEKIRIN

Ehmet da zanîn ku Reqqa wek bajarê mozaîka gelan e û wiha domand: “Bajar anîn halê ‘hêlîna terorê ya navnetewî.’ Vê êşê tenê ne gelê Rojava û bakûrê Sûriyê kişand. Hemû cîhanê vê êş û azarê kişand. Gelek êrîşên li welatên ewropayê pêk tên hemû li Reqqayê tên organîzekirin. Li vî bajarî jin jî di nav tarîtiyê de hatin windakirin.”

ŞERÊ ROJNAMEGEREKÎ

Ehmed destnîşan kir ku DAIŞ’ê xwest axa Rojava yekser dagir bike lê dagirkirina wan rastî berxwedana dîrokî ya Kobanê hat û got ku piştî Kobanê gelek cih ji DAIŞ’ê hatin sitendin û pişt re hêzên QSD hat avakirin û şoreşa Rojava ber bi şoreşa Sûriyê ve dimeşe. Ehmed derbarê operasyona Reqqayê de jî ev agahî dan: “Ji bo min gelek girîngiya wê heye. Kelecanek mezin heye. Niha jî ez pir cûda vedigerim bajarê xwe. Ez jî gav bi gav ber bajarê lê ji dayik bûme ve dimeşim. Hema bêje her roj şervanên QSD bi sedan welatî rizgar dike. Dem bi dem di nav welatiyên tên rizgakirin de nasên min jî hene. Bandorek mezin li ser min dike. Çawa ku şerê ‘Cenga Mezin’ ji bo şervanan girînge, ji bo rojnamgerekî wek min jî rastiya vî şerî girîng e. Dema sivîl tên rizgarkirin û ez wan kêliyan dişopînim. Dema ez vê hemleyê dikişînim ji bo min jî wek şerekî ye. Rastiya şerekî ye. Ez bi hezkirin û evînek mezin ber bi bajarê xwe ve dimeşim. Ez jî bi qemera û nivîsên xwe dixwazim bibim perçeyek Reqqaya azad.”

Nazim Daştan - dîhaber