AGIRÎ - Leşkeran li ser rêya gundên Giyadînê ya Agiriyê xendek kolan û çûn û hatina welatiyan a navbera gund û navçeyê asteng kir.
Leşkeran li gundên herêma Çiyayê Tendurekê yên di navbera Agirî û Ebexa Wanê de li ser rêyan xendek kolan. Leşkeran li gundên Gidadînê yên Agiriyê li ser rêyên welatiyan xendek kolan. Leşkeran bi taybetî rêyên diçin zozanan kolan û li ser rêyan xendek danîn. Li herêmê tevgera Heronan jî didome. Leşkeran şevê din li ser rêyên gundên Tutek, Ket û Kezo û zozanê Kanîspî xendek kolan û çûn û hatina welatiyan qedexe kirin. Pira Gundê Kezo jî aliyê leşkeran ve hat xerakirin. Leşkeran bi Kepçeyan pir xera kir û çûn û hatina welatiyan asteng kir. Leşker bi kepçeyan, dolmîş û zêdetirî 30 maşîneyên zirxî hatin herêmê û bi piştgiriya tîmên taybet xendek kolan û pira xera kirin.
Hat zanîn ku leşker li gundê Ketê yê cerdevanan heta serê sibê rawestiyan û gundê Hecixalit bi panzêran dorpêç kirin.