ANTALYA - Girtiyê Girtîgeha Antalyayê Mehmet Şeran, diyar kir ku li girtîgehê rêveberiya leşkerî ketiye dewrê û ji bo êrîş kirinê, ekîbeke taybet amade kirine.
Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi binpêkirinên mafan tim di rojevê de ye. Girtî Mehmet Şeran, pêkanînên li ser wan tên meşandin ji malbata xwe re ragihand. Ronya Esra Şeran diyar kir ku birayê wê gotiye li girtîgehê rêveriya leşkerî ketiye dewre û gotinên birayê xwe wiha vegotin: "Ekîbên ku êrîşî me bikin hatine amade kirin. Li ber dîwêr me dijmêrin. Rojê du çaran bi ser odeyên me de digrin. Dem bi dem ji odeyên edliyan dengê qîjan bilind dibin. Tê gotin ku dê li girtîgehê êrîşî girtiyan bikin. Midûrê girtîgehê ji wan re gotiye ku 'ev pêkanîn ji aliyê serdozger bi xwe ve hatine danîn. Ji ber vê yekê ew jî van pêkanînan bi cih tîne.' "
Der barê mijarê de me xwe negîhand rêveberiya girtîgehê.