Ji Bûrsayê ber bi Kocaeliyê meşa Edaletê

BÛRSA - Meşa Edaletê her ku diçe mezin dibe. Niha jî komek ji Bûrsayê ber bi Kocaeliyê ji bo Edaletê ketin rê. Serokê CHP'a Gemlikê diyar kir ku divê her kes ji bo edaletê dakevin kolanan û têbikoşin.


Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu piştî ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi Meşa Edaletê kir, Meşa Edaletê bi beşdariya hemû beşên civakê her ku diçe mezin dibe. Ji bo piştgiriya Meşa Edaletê niha jî ji Bûrsayê ber bi Kocaeliyê ve Meşa Edaletê dest pê kir. Meşê ji navçeya Gemlikê ber bi Yalovayê dest pê kir. Koma ku li ber Edliya Gemlikê kom bûn bi pankarta "Edalet" daxuyanî dan û piştre dest bi meşê kirin. Beriya dest bi meşê bikin komê li ber Edliya Gemlikê daxuyanî da. Parlamentera CHP'ê ya Bûrsayê Lale Biyik beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê CHP'ê yê Gemlikê Ugur Aslan daxuyanî da û anî ziman ku navê AKP'ê "Pardiya Edalet û Rakirinê ye" lê li dijî navê xwe ye. û wiha got: "Ev partî zengîn ava kirin û xizan zêde kirin. Yên dewlemend kirin îkdîtar û yên xizan jî kirin kole. Piştî 20'ê Tîrmeha 2016’ bi îlana OHAL'ê li ser navê têkoşîna bi FETO re bi hezaran mirov mexdûr bûn.
Pirsgirêka edaletê pirsgirêka hemû ziman, bawerî, nijad û rengên cu de. Ji bo edalet pêş bikeve divê hemû mirov derkevin kolanan û li kolana têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê meşê det pê kir.