AMED – KCD û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, encamnameya komxebata “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” bi raya giştî re parve kirin. Di encamnemeyê de ji saziyên sivîl xwestin ku li dijî qirkirin û wêrankirina bajar, xweza, dîrok û şûnwarên li Kurdistanê têkoşîna hevpar bidin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, di 21’ê hezîranê de li navçeya Sûrê bi dirûşma “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” komxebatek li darxist. Komxebata bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamenter, akademîsyen, plansazên bajêr, ekolojîst û nûnerên saziyên civakî yên sivîl pêk hat. Encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kirin.
Encamnameya komxebatê wiha ye:
Wekî tê zanîn di hilbijartina 7’ê Hezîranê de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê vîneke xurt nîşan dabûn. Lê di serî de Serokomar, hikûmeta AKP’ê û hemû hêzên mîlîtarîst û nîjadperest vîna gel a di sindoqan de derket holê tune hesibandin û li hemberî gelê kurd û hemû hêzên demokratîk dest bi pêvajoya tasfiyekirinê kirin. Plana çongdanînê ya di payîza 2014’an de ji hêla MGK’ê ve hat amadekirin piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê xistin dewrê, bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin û di serî de xweza li hemberî dîrok, civak, çand û bajaran operasyonên qirkirin û hilweşandinê dan destpêkirin.
CIH Û WARÊ KURDAN HILWEŞANDIN
Di encama van operasyonan de bajarên Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Hezex û gelek bajarên kurdan cih û warên dîrokî û çandî hatin şewitandin û hilweşandin, xwestin van bajaran bi temamî bêmirov bihêlin. Di nava wan de jin, zarok, ciwan, kal û pîr jî hene bi hezaran kurd hatin qetilkirin, di serî de parlamenter û hevşaredar bi dehezaran siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Bi vê re hemû saziyên demokratîk hatin girtin, zêdetirî sedhezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Dîktatoriya faşîst di serî de di nava daraz û medyayê de li hemû qadên jiyanê xwe bi cih kiriye.
KOMXEBATEK DERENGMAYÎ YE
Gelê me li hemberî ev êrîşan, hilweşandin, wêrankirin û bêmriovhiştina bajaran, em wekî Kongreya Civaka Demokratîk bi tevlibûna akademisyên ên di beşa xwe de pispor in, rêxistinên saziyên sivîl Komxebata bi navê ‘Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin’ pêk anî. Komxebata KCD'ê a ji raya giştî re vekirî, rewa û demokratîk e, bi awayekî zanebûnî ji hêla vê pergalê ve hat krîmînalîzekirin û di bin zextan de pêk hat. Em zanin ku ev xebateke derengmayî ye û bi awayekî xurt hat destnîşankirin ku ev xebateke gelekî girîng e.
Komxebat; hemû polîtîkayên qirkirin û hilweşandinê yên ji bo wêrankirina xwezayê û bajarên kurdan tên meşandin wekî berdewama polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê ya ji Osmaniyan heta roja me didomin nirxand. Ev polîtîka û pêkanînên li hemberî mirov, xweza, gelên Kurditan, dîrok, çand û hwd. li hemberî hemû nirxên hevpar pêk hatine wekî sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye nirxand.
Komxebat; bi nûjenkirina plana Şark İslahatê, HES, santralên nukleerî yên enerjiyê, projeyên veguherandina bajaran re erdnîgariya Kurdistanê bi operasyonên rantê, wêrankirin û qirkirina ekolojiyê re rû bi rû tê hiştin û bagewaziya me ew e ku vê yekê di serî de UNESCO, NY û hemû sazî û dezgehên navneteweyî re were parvekirin, xwedî derkevin û din ava tevkariyê debin.
Komxebat; bi ev pêkanînên qirkirin û wêrankirinê dixwazin dîrok, çand û ekolojiya gelên Kurdistanê ji holê bên rakirin û bi qutkrina civakbûnê re armanc dikin ku bi tunekirina hafiza û destkeftiyên çandî û civakî hemû dîrokê ji holê rakin. Ev yek ji bo pêşeroja gelê me xeteriyeke mezin e û bala hezên navneteweyî û neteweyî kişandiye ser vê yekê.
Komxebat; di pêvajoya dawî de polîtîkayên hilweşandin û koçberkirina bi darê zorê li Teronan a Mereşê destpêkiriye û li bajarên me yên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever û hwd. Berdewam kiriye û bi vê re armanc dikin ku demografiya bajarên kurdan bê guhertin, polîtîkayên pişaftinê bê kurkitin û pêk were. Bangewaziya ku gelê me li hemberî vê yekê bi zanebûn û bi hestyarî tevbigerin.
BERXWEDÊRÎ DIDOM E
Komxebat; di serî de gelê me yên Şirnex, Sûr, Nisêbîn û Cizîrê û hemû gelên me bi pêkanînên faşîzan ên wekî komkujî, girtin, binçavkirin, çavtirsandin, zext û zordariya hikûmeta AKP’ê û hêzên dewletê yên mîlîtarîst re rû bi rû man û bi berxwedaneke bêhempa li hemberî vê faşîzmê derketin, warê xwe terk nekirin, xwedî li nasname û rûmeta xwe derketin, polîtîkayên koçberkirinê vala derxistin û vê hişmendiyê wekî berxwedana civakî û dîrokî dinirxîne. Bang li gel hat kirin ku berxwedêriya xwe ya di vê mijarê de bênavber bidomîne.
Komxebat; Hêza sereke ya ku dikare ev polîtîkayên qirkirnê û hilweşandinê vala derxîne, civaka zanyar û rêxistinkirî ye. Li hemberî pêkanînên qirkirin û hilweşandina topyekûn a dewletê, bangewaziya ku bi avakirina civakek demokratîk û rêxistinkirî bi awayekî seferberî li ber xwe bide û têbikoşe kir.
Dîsa, dijderketin û berxwedana li hemberî polîtîkayên dagirkerî-qirkirin ên li ser dîrok, xweza, û mirovan tê meşandin mafekî rewa û demokratîk e û ji bo pêşiya vê hilweşandinê bigirin, peywir û berpirsyariya hevpar dikeve ser milê di serî de gelê kurd û hemû mirovahiyê û bangewaziya hestyarî û piştevaniya têkoşînê li hemû hêzên navneteweyî û neteweyan kir.
Komxebat; bi rastiya ku rêxistinên saziyên sivîl û însiyatîfên wê parêzvan û dengê edaleta gerdûnî û wijadanê civakê ne, bangewaziyê li van saziyan dike ku li hemberî hemû polîtîkayên hilweşandin û qirkirinê bi hestyarî tevbigerin û bi însiyatîfên gel ên li hemberî van hilqeşandinan hatine avakirin re di nava tevkariyê debin.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Komxebat; destnîşan kir ku ji Heskîfê dest pê dike heta Zeugma-Xalfetiyê, Munzur, Teronan û Sûrê ji bo polîtîka û pêkanînên wêrankirina xweza û civakê vala were derxistin û hemû astengî ji holê bên rakirin, ev peywir û pirsgirêka hevpar a dînamîkên welatparêz û gelên Kurdistanê ye. Banga têkoşîna bi hev re û yekîtiya neteweyî li partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, kesayet, saziyên demokratîk ên kurdistanî kir.
Komxebat; balkişand ser ji Îttihat û Teraqî heta roja me; polîtîka û pêkanînên li hemberî (cihên pîroz) gel û baweriyên wekî kurd, ermen, suryan û hwd. ên li Kurdistanê dijîn, hatin meşandin re projeyên guhertina demografiyê nûjen kirin û têxin jiyanê. Bîr û baweriya ku wê gelê me yê ji dîrokê ders derxistine, di roja me de bi vîn, rêxistinî û têkoşîna hevpar dê bersiv bide wan û dê nekevin dafika van polîtîkayan, derketiye holê.”