ENQERE - Piştî civîna Koma HDP'ê ji hêla TRT'ê ve bi zindî nehat weşandin, HDP'ê serî li RTUK'ê da û xwest ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Lê RTUK'ê jî piştgirî da bêhiqûqiyê û da zanîn ku ne mecbûr e xebat û daxuyaniyên partiyeke siyasî bên weşandin.
Kanala TRT Haberê hemû daxuyanî û komkcivînên partiyên dewletê yên wekî AKP, CHP û MHP'ê bi zindî diweşîne, lê daxuyanî û komcivînên HDP'ê asteng dike. HDP'ê li dijî vê bêhiqûqiyê serî li RTUK'ê da û RTUK'ê jî piştgirî da bêhiqûqiya TRT'ê. HDP'ê di daxwaznameya serlêdanê de weşanên zindî yên di navbera 18'ê Nîsanê û 30'ê Gulanê wekî mînak nîşan da û aşkera kir ku TRT'ê ev civîn tenê kêliyek jî neweşandiye û bi vekirî li dijî hiqûqê tevgeriya ye û xwest RTUK helwest bide nîşan.
Li ser giliyên HDP'ê, Dayreya Şopandinê ya RTUK'ê der barê dema weşanên zindî de raporek amade kir û di raporê de, derket holê ku di vê demê de cih dane civîn û axaftinên AKP, MHP û CHP'ê, lê bi tu awayî cih nedaye weşanên HDP'ê. Lê di rapora bersivê ya dayereyê de hat gotin ku daxuyaniyên partiya siyasî ne hêjayê nûçeyan e û aşkera kir ku TRT ne mecbûr e hemû daxuyanî û civînên partiyên siyasî biweşîne.