Plan dikin Şirnexê bikişînin Cizîrê

ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve hat ilankirin û xaniyê welatiyan tev hatin xerakirin, li welatiyên Şirnexê forumê daxwazan ên TOKÎ ku li Cizirê tên avakirin hat belavkirin.


Li Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlan kirin û heta 8 mehan qedexaya derketina derve berdewam kir. Pişte hikûmetê biryar da ku Cizîrê bikin bajar û Şirnexê ji statuya bajar derxin. Di qedexeya derketina derve û dorpêça bajaran de, malên li taxên Cumhuriyet, Gazipaşa, Îsmetpaşa, Yeni û Yeşilyurt hatin xerakirin. Xerakirina li van taxan berdewam dike. Xaniyên saxlem man jî bi zorê tên valakirin û tên xerakirin.
Hkûmetê li Cizîrê dest bi avakirina TOKÎ'yan kirin û dixwazin welatiyên Şirnexê li Cizîrê bi cih bikin. Piştî xebatên TOKÎ li Cizîrê dest pê kir, forumên serlêdana TOKÎ li malbatmên Şirnexê yên xaniyên wan hatin xerakirin û tên xerakirin belav dikin û zorê li malbatan dikin ku biçin serî li TOKÎ bidin. Navnîşana TOKÎ jî weki herêma Dirseklî û Bozalan ê ketina Cizirê hat nişandan. Di belgeya form a serlêdanê de wiha tê gotin: "Di nava qada projeyê de xaniye min xera bûye û zerar dîtiye li şûna wî min muvafakat daye û ez li hemberî vê ez konûtê qebûl dikim. Di çarçoveya muvafakatnameyê de li herêma Dirseklî ango Bozalan a Cizîrê ez li TOKÎ cih dixwazim. Ji bo mafê xwe yê yek konutê ... heb konut dikevim kurayê. Kuraya ji minre derkeve jî bi deng an bê deyn ez qebûl dikim. "

Piştî forumê navê wî derbas dibe li navenda Şirnexê li malên ku xaniyên wan bi kepçeyan hatiye xerakirin tê belavkirin. Ji bi hezaran welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin kê li TOKÎ bi cih bike jî ne diyar e.