STENBOL - Dosyaya dozê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku du carnan tê darizandin, piştî hat xwestin bi doza Yasîn Boru re bibe yek, ji hêla 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatibû redkirin. Dadgehê biryara xwe aşkera kir û di biryarê de Demîrtaş wekî "kesê teşwîqkirî" hat nîşandan.
19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş mêze dike û xwestibû dosyaya Demîrtaş a tê darizandin, bi dosyaya Yasîn Boru û 3 endamên Hur Dava Partiyê re bibe yek û du caran serî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dabû. Lê serlêdan ji hêla Dadgehê ve hatibû red kirin. 19'emîn Dadgehê Cezayê Giran herî dawî der barê dosyayê de biryara re'sen da. Hinceta yekkirina dosyayê piştî 3 rojan hat bersivandin.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku "Dema bê fikirîn dadgeha me der barê berguman Selahattîn Demîrtaş de bi îdiaya di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de wek kesekî tewîqkar hatiye dîtin û di bûyerên mijara gotinê de li gorî fermana PKK/KCK'ê tevgeriya ye, gel teşwîqî van sûca kiriye, dema li têkiliya dosyayên her du xalan bê mêzekirin, divê li gorî biryara 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, li gorî xalên li jêr hatine rêzkirin tevgerîn pêk bê.
Divê li gorî hejmara 5017/500 a 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, li gorî her du dosyayên CMK'ê ya Xala 8'emîn têkilî bê dayîn û li gorî hejmara 2017/47 a dadgehê dosya bi dosyaya hejmar 2017/500 a 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve bibe yek."