‘Li gorî salên borî îşkence gelekî zêde bûye’

AMED - Saziyên wekî ÎHD, TÎHV, Baroya Amed û Odeya Tabîban aşkera kirin ku li di nav 2 salên dawî de, li gorî salên borî îşkence gelekî zêde bûye. Hat gotin bi OHAL'ê re, di hemû qadên jiyanê de îşkence tê dîtin û Tirkiye li gorî peymanên ku îmze kirine jî tevnagere.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Odeya Tabîban û Baroya Amedê, bi wesîleya "26'ê Hezîranê Roja Piştgiriya ji bo Kesên Îşkence Dîtine û Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê", li Şaxa TÎHV'ê civîna çapemeniyê li darxistin. Berdevkê TÎHV'a Amedê Bariş Yavuz diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî 26'ê Hezîranê wekî Roja li dijî Îşkenceyê îlankirine û 20 sal e ev têkoşîn didome û xwest demildest OHAL bê rakirin.

Yavuz destnîşan kir ku li gelek welatên cîhanê bi destê dewletê îşkenceyek dijwar tê kirin û ev îşkenceya li dijî mirovahiyê wekî sûc pênase kir. Yavuz got ku ne tenê rejîmên otorîter û dîktator, di demokrasiya pêşketî de jî îşkence tê kirin.

'ÎŞKENCE GELEKÎ ZÊDE BÛ'

Yavuz da zanîn ku Tirkiyeyê jî di sala 1988'an de îmze avêtiye bin Peymana li Dijî Îşkenceyê, di Qanûna Ceza û Makeqanûnê de îşkence hatiye qedexekirin. Yavuz diyar kir ku rixmê vê jî di demên dawî de îşkence gelekî zêde bûye û bi pevçûnên 15'ê Tîrmeha 2015'an re, heta piştî derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û piştî wê îlankira OHAL'ê, li girtîgehan, li dijî hemû xwepêşandanên civakî muameleya xirab xwe dide der.

'LI HERÊMÊ 218 CARAN QEDEXE ÎLAN KIRIN'

Yavuz bal kişand ser îlankirina qedexeyan û binpêkirinên mafan ên di vê demê de derketine pêş û ev daneyên Navenda Kokımantasyonê ya TÎHV'ê parve kir: "Roja di 16'ê Tabaxa 2015'an û heta 1'ê Hezîrana 2017'an, li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewligê 5, li Dêrsimê 5, li Xarpêtê 1 û bi giştî li 10 bajar û 43 navçeyan, 218 caran derketina derve hatiye qedexekirin. Ji ber van qedeyan, herî kêm milyonek 809 hezar kes ji vê qedexeyê bi bandor bûne."

Yavuz da zanîn ku di sala 2015'an heta niha, li herêmê binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û ev binpêkirinên mafan hem li girtîgehan, hem jî li dijî civakê di asta herî jor de ne. Yavuz bal kişand ser daneyên ÎHD'a Amedê jî û ev agahî hatin dayîn: "Di 3 mehên salên 2016-17'an de, di 15 demên cuda de li herêmê 234 kes di bin çavan de, 320 li girtîgehê, 171 kes ji derveyê cihên binçavkirin û 108 kes jî di xwepêşandanên civakî de rastî îşkenceyê hatine. Şaxa TÎHV'a Amedê jî aşkera kir ku di sala 2016-17'an de di nava 5 mehan de 277 kes li cihên muhtalîf hatine îşkencekirin."

Yavuz piştrast kir ku piştî di Tîrmeha 2015'an de şer dest pê kir û heta Tîrmeha 2016'an û piştî îlankirina OHAL'ê, her cara ku "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin, binpêkirinên mafan gelek zêde bûne.

'GIRTÎGEH TIJE BÛN'

Yavuz, anî ziman ku yek ji guhertinên rê li pêş îşkenceyê vedike jî girtiyan ji girtîgehê tînin navendên lêpirînê û li wir îfadayên wan tên girtin. Yavuz, da zanîn ku bi OHAL'ê re hêjmara girtiyan zêde bûye û di 2005'an de 55 hezar û 870 girtî hebûn, lê piştî guhertinên zagonan û OHAL'ê hêjmara girtiyan heta 17'ê Sibata 2017'an gihiştiye 209 hezar û 941 kesan.

'BILA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN'

Yavuz, anî ziman ku ji sala 2000'an heta niha pekanînên li girtîgehan yên hucreyên yek kesî di aliyê fîzîkî u derûnî de zerarek mezin dide girtiyan û wiha got: "Şertên hucreyê yên yek kesî û çend kesan girtiyan dixe nava tecrîd û îsolazyonê. Bi taybetî ev pêkanîn li Girtîgehên Tîpa F hêj dijwartir e. Herî zêde tecrîd li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dijwar e. Ji ber vê yekê demek berî demekê bila girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bê girtin. Piştî 22'ê Hezîrana 2017'an li gorî rapora ÎHD'ê bi giştî 357 jê giran hezar û 21 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê jî 841 girtiyên nexweş hene.

'ÎŞKENCE BELAV DIBE'

Yavuz, anî ziman ku hem di bin çavan de hem jî li girtîgehê kesên tên binçavkirin û girtin rastî îşkenceya tazî tên û wiha got: "Jin û kesên LGBTÎ rastî tundiyê tên. Dîsa zarok rastî îşkenceyê tên. Li dijî van pêkanînên îşkence tu lêpirsînek çalak tune. Her diçe îşkence li girtîgehan û dibin çavan de belav dibe. Sedam zêdebûna îşkenceyê polîtikaya bê cezakirinê ye. Bê Cezakirin polîtîka dewletê ye. Ev yek îşkenceyê rewa dike.

'BILA ZÛ OHAL RABE'

Yavuz, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiye îşkence zêde dibe fikarên wan jî zêde dibin û wiha axivî: "Hişmendiya hurmeta wê li hemberî mafê mirovan û demokrasiyê tune vê îşkenceyê zêde dike. Berpirsayrê vê îşkenceyê hişmendiya para xwe ji demkorasî û mafên mirovan negirtiye ye. Divê ev hişmendî teqez bê guhertin. Divê bi lezgîn OHAL bê rakirin. Di peymana li dijî îşkenceyê de jî tê diyar kirin ku tu şer û bê îstikkarî ne sedam îşkenceyê ye.
Divê bi lezgîn dest ji van pêkanînên keyfî berdin û dawî li îşkence bînin û OHAL'ê rakin.

EM DÊ LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ TÊBIKOŞIN

Yavuz, herî dawî da zanîn ku bi tu awayî tu cureyên îşkenceyê nayê qebûl kirin û ew dê li dijî îşkenceyê tebikoşin. Yavuz, anî ziman ku heta îşkenceyê li ser ruyê welat û cîhanê paqij bikin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Yavuz, anî ziman ku dê her dem li cem kesên rastî îşkenceyê tên cih bigirin û li dijî vê yekê dê qebûl nekin û dengê xwe bilinnd bikin.