STENBOL - HDP'a Stenbolê binçavkirinên rêveberên KCD'ê, HDK'ê, TJA û DBP'ê yên li Amedê şermazar kir û destnîşan kir ku êrîş li dijî têkoşîna jinan e.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan, Komeleya Elewiyên Demokratîk û gelek saziyên demokratîk li avahiya bajêr civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên saziyan binçavkirina rêvebirên KCD'ê, HDK'ê, TJA, DBP û HDP'ê yên di serdegirtina malan a 14'ê Hezîranê de pêk hat şermezar kir.
Berdevkê Însîyatîka Piştevaniya Zindanan a Stenbolê Arîf Yilmaz daxuyanî da û diyar kir ku mînaka herî mezin a binçavkirin û girtinan li Amedê derket holê. Yilmaz da zanîn ku gelek kesên di saziyên cuda de dixwebitin hatin binçav kirin û wiha axivî: "Ev operasyon ne ya dest pê kê û ne jî ya dawîn e. Ji bo derdorên mixalif bitirsînin, dê operayanên xwe bidomîn in. Ev operasyon her çiqas bi giştî be jî, lê li dijî têkoşîna navenda jinan hatiye lidarxistin.
BI PIFDANÊ SÛCAN MEZIN DIKIN
Rêvebera Bajar a HDP'ê Hunav Altun jî anî ziman ku bi awayekê bê mafî 29 hevalên wan xistin binçavan û wiha got: "Biryara veşartinê ya di dosyayê de hinceteke bê wateye. Nahêlin em der barê dosyayên hevalên xwe de bibin xwedî agahî û astengiyan derdixînin. Lê em dizanin di dosyaya hevalên me de tiştek tuneye. Hevalên me yên siyasetmedarên Kurd ên hatine binçav kirin û girtin, hemû kes jî dizane tenê ew têkoşîna siyaseta demokratîk, wekhevî, edalet û aştiyê didin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Ramenên ku ew diparêzên, ramanên me ne."
'BERXWEDAN MAYÎN DEYE'
Altun bal kişan ser qetilkirina 7 sîvîlên ku polisan bi maşîna zirxî kuştin jî û wiha got: "Hêzên dewletê bi vê yekê re li Amedê bê hiqûqiyek mezin kiriye, mal yek bi yek vale kirin û xwestiye gel bixine girtîgehe ser girtî. Ev kiryarên tên kirin ne tesadûfîne. Ên ku di derecaya yekemîn de ji van kiryaran barpîrsin dengên xwe dernaxin."
Altun herî dawî destnîşan kir ku êrîş di serî de li dijî têkoşîna jinan hatine kirin û wiha got: "Têkoşîna jinan di hedefê de ye. Bila ew kesên ku li dijî komkujiya jinan û îstîsmarkirina zarokan bêdeng mayîn, bi sedan mirov bi rêya KHK yan ji kar avêtîn, ji bo sedan Şaredariyan kayum tayîn kirîn, rojnameger û rewşenbîr xistîn girtîgehê, baş zanîbin ku ev hemû êrîş valene û dê negihin armanca xwe. Cihê ku edalet û wekhevî lê tune be, berxwedan li wir mayîn de ye."