Baroya Amedê: Kiryarên Elçî bibînin

AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bi boneya kiryarên cînayeta Tahîr Elçî bên dîtin bang li hemû rayedarên hikûmet û dewletê kir û xwest ku kiryarên Tahîr Elçî radestî darazê bikin.

Baroya Amedê bi boneya faîlên Tahîr Elçî bên dîtin û dosye bi lez bê amadekirin, di hefteya 81’emîn de jî li ber Edliya Amedê çalakiya xwe berdewam kir. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ê te ji bîr nekin” a ku wêneyê Elçî li serê ye hat hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroyê Ahmet Ozmen axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo Tahîr Elçî lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin û wiha got: “Em wek her hefteyê vê hefteyê jî ji bo Tahîr Elçî edaletê qîr dikin û dixwazin. Ew têkoşêrê mafê mirovan, aştî û demokrasiyê bû. Li be çavê hemû cîhanê hat qetilkirn lê hêj kiryarên cînayetê û hêzên tarî yên li pişt nehatine dîtin. Heta dawiyê qet em ê dev ji lêgerîna edaletê ya ji bo kekê Tahir bernedin. Heta ku ew kiryar û hêzên tarî bên dîtin em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”

Ozmen bang li rayedarên dewletê û hikûmetê yên ku soza dîtina kiryarên Elçî dabûn kir û wiha got: “Ez carek din bang li Wezîrên Dadê û Karê Hûndir û hemû rayedaran dikim, kiryarên Tahîr Elçî bibînin û radestî darazê bikin.”

Piştî axaftina Ozmen, 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakî bi dawî bû.