NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, xebatên KNK'ê yên ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd wekî xebatek pîroz bi nav kir û anî ziman ku yekîtî hesrneta gelê kurd a 45 salan e.
Niviskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd û xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiyê. Nivîsa Cuma Pîr a rojnameyê wiha ye:
KNK niha xebatên yekitiya neteweyî dimeşîne. Armanca KNK’ê ya bi vê xebatê ew e ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ku ev 45 sal e bûye hesreta gelê kurd, pêk bîne. Ji ber ku êdî haya gelê kurd ji ferqa hilweşandina hevsengiyên ku di sedsala 21’emîn de bingeha qirkirina kurdan amade kirin, heye. Kurd êdî dizanin ku yekitiya neteweyî ya di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, dê bi wan xweş bide qezenckirin. Sûdnewergirtina ji hêza yekitiyê dê ji bo kurdan bibe xefleteke dîrokî. Dê bibe sedema windakirina destkeftî û firsendên heyî. Di esasê xwe de divê hemû civak û siyasetmedar hay ji vê yekê hebin. Lê ji ber ku KDP naxwaze Tirkiyeyê bigire hemberî xwe û xwedî feraseteke demokratîk nîn e, li hemberî lidarxistina kongreya neteweyî û yekitiya gelê kurd dibe asteng. Ji ber ku dixwaze bibe desthilatdarê siyaseta kurd û tenê ew rojeva gelê kurd diyar bike.
KNK’ê di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de, yekitiya neteweyî wek xaleke mecbûrî û lezgîn dît û li gorî vê yekê jî bi erkeke berpirsyar tev geriya. KNK jî baş dizane ku tu hêzeke siyasî nikare li dijî xebatên yekitiya neteweyî derkevin. Lidarxistina kongreya neteweyî hesreta gelê kurd e. KNK’ê ji vê rastiyê sûd wergirt û pêngaveke bi vî rengî avêt. Ji ber vê yekê hemû aliyan bersivên erênî dan. Tenê KDP’ê hinek nêrîn û gazincên xwe yên ku bi cewherê xwe ve ne têkildar û mijarên serdaserda anîn ziman. Di encamê de jî derket holê ku pêngava yekemîn a KNK’ê serkeftî ye.
KCK’ê jî destekeke tam da vê pêngavê. Ev girîng e. Ji ber ku yek ji hîmên kongreyê dê bibe PKK. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hevkariya stratejîk a gelê kurd, gelekî girîng e. Bi vê yekê dê derfetên dîplomatîk û artêşeke hevpar derkevin holê. Li ku derê dibe bila bibe, li dijî hemû êrîşan dê parastineke hevpar bê kirin û ev jî dê dewletên mêtinger neçarî pêngavên çareserkirina pirsgirêkê bike. Ev jî dê bibe alîkarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera hêzên kurdan de û dê pevçûnan bi dawî bike. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn hemû hevsengî nû tên destnîşankirin, ev rewş dê destê gelê kurd bi hêz bike û dê gelê kurd jî di statukoya nû de cihê xwe bigire. Heke kurd di vê pêvajoyê de yekitiya xwe ava nekin, gelo dê kengî ava bikin?
Armanca herî sereke ya niha, azadkirina her çar parçeyên Kurdistanê û avakirina jiyaneke demokratîk e. Di dema ku hevsengiyên Rojhilata Navîn serobino dibin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê, tekane armanca gelê kurd divê bibe ev xal. Ji ber ku heta kurd hemû parçeyên Kurdistanê rizgar nekin û heta ku ev her çar parçe destekê nedin hev, ne mimkun e ku destkeftiyên kurdan ên li parçeyekî din bên parastin. Têkoşîna azadiya gelê kurd a li hemû parçeyên Kurdistanê, têkoşîna hemû gelê kurd e. Ji ber vê yekê dê kongreya neteweyî ne tenê ji bo parçeyekê, dê bibe hîmê bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiya hemû parçeyên Kurdistanê, dê destkeftiyên heyî biparêze û li gorî vê yekê jî stratejî, polîtîka û taktîkên xwe diyar bike. Hewldana yekemîn a KNK’ê bi partiyên siyasî re bû. Ji bo destpêkê ev pêngaveke di cih de bû. Lê nêrîngirtina aliyên civakî jî gelekî girîng e. Ji ber ku êdî partiyên siyasî nikarin li ser navê hemû beşên civakê biaxivin.
Bêguman partiyên siyasî temsîliyeta daneheva daxwazên tevahiya beşên civakê ne. Polîtîkaya daxwaz û hesreta beşên civakê dikin. Lê ji bo ku ev polîtîkaya wan bihêztir û birêxistintir be, divê xwe bispêrin civakê. Ji ber vê yekê ye nêrîngirtina ji beşên cuda yên civakê, dê hêz bide xebatên lidarxistina kongreya neteweyî. Mînak, nêrîngirtina ji jin û ciwanan dê hêzê bide van xebatan. An jî nêrîngirtina ji komên ne hakim ên oldar, dê bibe sedem ku yekitiya neteweyî li ser bingeheke rasttir bê avakirin.
Ger daxwaza me avakirina netewe û jiyaneke demokratîk ku ji yekperesetiyê dûr be, nêrîngirtina ji beşên cuda yên civakê dê ji bo avakirina vê bingehê hêzê bidin xebatan. Madem em behsa azadkirina Kurdistanê dikin, divê em li nêrîna wan a li ser yekitiya neteweyî û têkoşîna hevpar jî guhdarî bikin da ku encamên rast derkevin û hêzê bidin van xebatan. Gotina yekitiya neteweyî yan jî polîtîkaya neteweyî, tê wateya nirxandina mijarên pêşdetir û lezgîn. Mînak; yek ji rewşên lezgîn ên li başûrê Kurdistanê, pirsgirêka demokrasiyê ya di navbera rêxistinên kurdan de û pirsgirêka aktîfkirina meclisê ye. Her wiha statu û pêşeroja gelê êzidî ya li Şengalê jî mijareke girîng e. Ji bo destkeftiyên mayînde yên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyeke demokratîk, divê polîtîkayeke hevpar bê meşandin.
Li Başûr jî zelalkirina rewş û statuya herêmên wekî Kerkûkê yek ji mijarên pêşdetir in ku divê bên çareserkirin. Niha her kes li gorî xwe mijarên pêşdetir diyar dike. Xebatên yekitiya neteweyî dê di diyarkirina mijarên pêşdatir û girîngtir ên neteweyî de bibin xwedî roleke mezin. Di serî de jî dê polîtîkayên li her çar parçeyên Kurdistanê yên li dijî dewletên mêtinger diyar bike. Hemû mijarên ku yekitiya neteweyî pê re eleqedar dibe, girîng in. Li ser vê yekê em di xebatan de ji KNK’ê re serkeftinê dixwazin. Piştgirîdayîna van xebatan erkeke dîrokî ya tevahiya gelê kurd, raya giştî, partî û deverên siyasî ye.