ENQERE - Çalakiya ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kolana Yokselê dabû destpêkirin, di roja 227'an de ye. Girseya ku xwest li ber Birdarya Mafên Mirovan daxuyaniyê bide, polîsan dîsa astengî derxist.
Bi Biryara di Hukmê Qanûnê (KHK) de Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji kar hatin avêtin, çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo vegera kar hatibû destpêkirin, di roja 107'emîn de ye, xebatkarên cemaweriyê ji bo piştgirî bidin çalakiya wan, li Kolana Yukselê çalakî dan destpêkirin û çalakiya li vir jî 227 roj e berdewam dike.
Di serî de Velî Saçilik ê hatibû îxrackirin û kesên piştgiriyê didin wî, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan xwestin çalakiyê pêk bînin. Polîsan êrîşê girseyê kir û nexwest daxuyanî bê dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevrêyên wan li ber sînorê mirinê ne û banga xwedîderketinê hat kirin.