Guleya ne diyar zaroka 12 salî kuşt

HATAY – Li Dortyolê guleyek ne diyar li serê zaroka 12 salî Sila Onal ket û jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Ocakli ya Dortyola Hatayê zaroka 12 salî Sila Onal a ku li ber malê bi hevalê xwe re dilîst ji nişkeve ket erdê. Li ser qîrkirina hevalên wê malbat hat cihê bûyerê û agahî da ekîbên tendûristiyê. Onal a ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê di serê wê de gule hat tespîtkirin. Li gel ku Onal hildan beşa lezgîn jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onal ji bo otopsiye şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Nehat zanîn ku guleya li serê Onal ketiye ji ku ve hatiye.