HDP'ê dewirkirina milkên Suryaniyan a diyanetê bir rojeva meclîsê

MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora têkildarî dewirkirina milkên Sûryaniyan a Wezareta Karên Dîyanetê bir rojeva meclîsê.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, ji ber ku gelek milk û warên Sûryaniyan ên wekî dêr, keşişxane, goristan û warên dîrokî dewrî Wezareta Karên Dîyanetê hat kirin, mijar bir rojeva meclîsê. Dora xwest serokwezîr Bînalî Yildirim bersîv bide pirsnameye û lekolîn bike. Dora ji bo bersîvandina Yildirim ev pirs ji serokwesîr pirsîn:

* Agahiya we ji pekanînên Komîsyona ku mal û milken suryaniyan dewir kiriye heye ? Ji bo vê yekê tu lêpirsin û lêkolina we heye. Hûn dê der barê vê yekê de tu lepirsinê bidin destpêkirin. Dîsa kemarên li Tirkiye yên mal û milkên wan bi dozê hatiye desteser kirin û ji destê wan hatiye girtin ji bo dîsa bigêjin mafên xwe tu xebata we heye. Hûn dê çi bikin?"