Kesên ku li Giyadînê hatibûn binçavkirin hatin berdan


AGIRÎ
- Rêveberê HDP'ê M. Alî Yaşar, endamê KCD'ê Tekîn Yazar û endamê Meclisa Giştî ya bajêr Yavuz Zorbay duh polîsan bi ser malên wan de girtin û ew binçav kirin. Pîştî lêpirsîna Midûryeta polîsan ew sewqî dadgehê kirin. Sê kesên ku di sala 2015'an û 2016'an de bi hinceta ku beşdarî mewlîd û merasîma cenaze bûne, hatibûn biçavkirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê hat girtin, serbest hatin berdan.