SAKARYA - Li navçeya Akyazi ya Sakaryayê, ji ber ceryanê 3 zarokên li hawizê avjeniyê yê li Aqûaparkê avjenî dikirin û 2 kesên ku hewl dan zarokan rizgar bikin mirin.
Li navçeya Akyazi ya Sakaryayê, zarokên bi navê G.Y., N.U. û M.K. dema li hawizê avjeniyê yê li Aûaparkê avjenî dikirin ceryan bi wan girt. Xwediyê kargehê Mehmet Kaya û kurê wî Kadîr Kaya jî dema ji bo xelaskirina zarokan xwe noqî hawiz kirin ceryan bi wan jî girt. 5 kesên ku bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akyaziyê. Li gel hemû mudaxileyan jî 3 jê zarok 5 kes nehatin xelaskirin û mirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.