Aktıvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî di nav de 5 siyasetmedarê hatin girtin

AMED - Ji endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP, DBP û HDK'ê yên li Amedê û bajarên din bi awayekî hevwext hatin binçavkirin û aktivîsata TJA'yê Ayşe Gokkan jî di nav de 5 siyasetmedarên din jî hatin girtin.

Di 14'ê Hezîranê de li Amedê bi awayekî hevwext bi ser malên endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê de hatibû girtin. Ji 6 kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin 5 jê piştî karên îfadeyên li Muduriyeta Polîsan a Amedê sewqî edliyeyê hatin kirin. Siyasetmedaran xwest li dozgeriyê parêziya xwe bi kurdî bikin. Lê belê dozger daxwaza wan qebûl nekir û bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. Ercan Aslan, Yuksel Baran, Ayşe Gokkan, Gul Kiziltaş û Ayşe Yagci ku li dadweriyê parêziya xwe bi kurdî kirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Abdurrahman Baran Dag, Sibel İldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattin Kaygusuz, Cengiz Sokmen, Hasan İnatçi, Salih Keleş, Paşa Şeker û Nalan Guzen ên duh ew sewqî edliyeyê kiribûn bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.

Şahcan Tunel, Kerem Duruk, Hanım Aydin, Ebubekir Budak, Evren Ortaç, Helbest İlkan û Necla Nergîz jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.

Hat hînbûn ku Hasan Înatçi yê ku hat girtin nexweşê pençeşêra madeyê ye û ji ber nexweşînê ev saleke tê tedawîkirin.

Her wiha li Muduriyeta Polîsan a Amedê karên îfadedayîna Devran Balkaş jî didomin.