‘Avakirina Modernîteya Damokratîk dê îşkenceyê bişkîne'

STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û diyar kir ku Ocalan ne girtiyê Tirkiyeyê bû, girtiyê modernîteya kapîtalîst bû û wiha got: "Têkçûna vî şerî dê bi avakirina Modernîteya Demokratîk pêk bê. Avakirina Modernîteya Demokratîk dê li Îmraliyê îşkenceyê têk bibe."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. 9 mehin bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Ebrû Gunay, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û geşedanên li herêmê pêş dikevin nirxandin. Prz. Ebru Gunay, diyar kir ku Ocalan 18 salin bi tena serê xwe li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê li ber xwe dide û wiha got: "Ocalan pirsgirêka kurd li ser esasê demokratîkbûna Tirkiye girt dest. Ev yek hat dîtin. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare li ser navê xwe aştiyê pêk bîne û nikare li ser navê xwe şer bike. Tirkiye ji gobekê ve bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Dîsa bi sazumankarê modernîteya kapîtalîzmê ve ji gobekê ve girêdayî ye. DYA û YE rol daye Tirkiye ku gelê Anadoliyê û Mezopotamya bi kapîtalîzmê ve girê bide. DYA û YE dixwaze bi Riya Tirkiye pergala Mordernîteya Kapîtalîst pêş bike. Lê Li dijî vê yekê Ocalan 18 salin di ber xwe dide. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan giran dikin. Ocalan ne girtiyê Tirkiye, girtiyê modernîteya kapîtalîst bû. Rola Tirkiye tenê notirvaniya li ber pergala îşkence ya li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê dernakeve dervê vî rola xwe. Vîna Tirkiye ya bibe bersîva pergala Modernîteya Demokratîk a Ocalan tune ye. Her dem Ocalan bê muxatab tê hiştin."

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURDÎ AZAD TÊ GIRTIN'

Gunay, destnîşan kir ku pergala li Îmraliyê hêzea Tirkiye derbas dike û wiha berdewam kir: "Îşkenceya li Îmraliyê pêş dikeve, di şexsê Ocalan de li dijî kurdê azad pêş dikeve. Li dijî azadî û demokratîkbûna gelên din e. Dixwaze vîna gelên din perçe bike. Ji aliyê DYA ve bi peymanên veşarî Îmralî hatiye avakirin û tê bi rêvebirin. Ji ber ku Ocalan pergala modernîteya kapitalist û dewletên nentew dewlet yên li herêmê û cîhanê ji deftera xwe derxistiye. Li dervê dîrokê hiştiye. Ocalan nûnertiya Kurdên azad dike. Ji ber ku Ocalan dixwaze kes û civaka kurd a azad ava bike di xeta azadiya Kurdan de israr dike. Dixwaze bi kurdên azad li Rojhilata Navîn bike hêza sereke û Modernîteya Demokratîk ava bike. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Kurdên Azad jî wêde bikin û bê tesîr bikin. Ji ber ku Ocalan di xeta azadiye de israr kir wekî hedef hat hilbijartin û li Îmraliyê pergala Îşkenceyê kur kirin. Ji ber ku Oclaan bû hêviya azadiya gelan şert û mercên girtîgehê û tecrîd giran kirin. Armanc kirin ku xebat azadiyê bişkînin û tasfiye bikin. Tevî hemû polîtîkayên tecrîd, şikandina vînê û tundiyên giran Ocalan vîna azadiyê ku temsîliyeta wê dike parast û û neda teslîmkirin. Dijberî vê yekê li dijî hemû êrîşan bi helwest, parastin û sekna xwe berxwedanek xurt nîşan da.

‘PERGALA ÎŞKENCE YA LI ÎMRALIYÊ DÊ TÊK BIÇE'G

Gunay, herî dawî anî ziman ku pêkan e pergala îşkenceya li Îmraliyê li ser Ocalan tê meşandin pêk bê û wiha bi dawî kir: "Têkbirina li Îmraliye li ser Ocalan bi avakirina Modernîteya Demokratîk pêkan e. Ocalan di vê pêvajoyê de bi parastinên xwe yên ji çar merhaleyan pêk tê aşkere kir. Bi pergala Modernîteya Demokratîk neşxerêya şikandina tecrîdê û rêya azadiyê nîşan da. Ocalan di parastina yekem a bi navê ‘Mafîfestoya Çareseriya Demokratîk" bingeha Çareseriya Demokratik danî. Bi parastina duyemîn a ‘Ji Dewleta Rahîbên Sumeran heta Komara Demokratik a Gel" îskeletên çareseriya demokratîk danî. Bi parêznameya sêyemîn a ‘Parastina Gelekî" dîroka pirsgireka kurd û çareseriya wê diyar kir. Bi parastina pêncemîn jî bi tevahî li dijî pergala Moderniteya Kapîlatîst Modernîteya Demokratîk û azadiya Rojhilata Navîn xêz kir. Bi parastina 5emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk
a cîldên Şaristanî, ‘Şaristaniya Kapîtalîst, Şaristaniya Demokratîk ‘Civakîbûna Azadiyê", "Şaristaniya Rojhilata Navîn" û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, çareseriya li dijî tecrîd û pergala netew dewletîbûnê ye. Îşkenceya li ser Ocalan û kurdê azad dê bi avakirina Mordernîteya Demokratik pêkan be. Ocalan nexşerêya çareseriyê danî pêş me. Pergala alternatif a çareseriya pirsgirêkan danî pêş me. Şikandina tecrîdê girêdayî serkeftina pratîk a pêkanîna Modernîteya Demokratîk e. Ger ku pergala Modernîteya Demokratîk bê avakirin û pêş xistin wê demê dê Îşkenceya li Îmraliyê jî têk biçe.

Yasin Kobulan - dihaber