ÇANAKKALE - Welatiyên gundên Kursunlu, ku zeviyên xwe bi beroş, yendok, teneke û erbaneyan ji şîrketên madenê parastin, diyar kirin ku wan çawa berê destûr neda ku şîrket kanan vekin dê dîsa destûr nedin ku zeviyên wan bên talankirin û wêrankirin.
Welatiyên Gundên Kursunlu yên li navçeya Bayramiçê, heta niha bi çalakiyên teneke, beroş, erbane û yendokan destûr nedan ku şîrketên madenê kanên madenê li nava zeviyên wan ava bikin. Welatiyên gundê Kurşunlu yê li Çiyayê Kaz hatiye avakirin heta niha bi çalakiyên cur be cur xweza û zeviyên gundên xwe yên ji daristanên çam, zeytûn, bin û bihîvan pêk tê parastin. Welatiyên Kurşunlu, bi çalakî û têkoşîna xwe hewa û ava paqij, dar û berên xwe yên hişîn ji şirketên madenê parast û ekolojî zindî hiştin. Di sala 2013'an de Şîrketa Zafer Madencilik li ser 600 dolim zevî 4 hezar dar birîn. Li dijî vê yekê gundîyan dest bi çalakiya beroş teneke û yendokan kir. Piştî têkoşîna gundiyan Dadgeha Şêwira Dewletê destûr neda şîrketê û rapora ÇED'ê ji şîrketê xwest. Li ser vê yekê şîrketa Zafer Madencilîk navê xwe guhert û dîsa ket nava hewldanan.
FÎRMA HAT GUHERTIN FERASET Û DAXWAZ NEHAT GUHERTIN
Piştî fîrma û xwediyê fîrmayê hat guhertin, dîsa bi heman daxwazê xwestin kana madenê li herêmê ava bikin. Şîrketa Kanê ya feldspatê dîsa serî li ÇED'ê da. Madenvanên ku ji bo civîna ÇED'ê hatin gund rastî çalakiya welatiyan a bi teneke û beroşan hatin. Lê tevî vê çalakiyê madenvanan li gund civîna ÇED'ê pêk anîn. Welatiyên gundên Kurşunlu, diyar kirin ku ew destûr nadin li ser axa wan şîrket Kanên Madenê ava bikin.
Welatiyê gundê Kurşunlu Bulent Behçet Ozüren ê di sala 2013'an de li dijî avakirina şîrketa Kana Madenê 22 rojan ket greva birçîbûnê û di ber xwe da wiha got: "Min di 10 salan de 3 hezar dar çandin. Em di nava xwezayê de bi daristan, sewal û dengê bilbilan re dijîn. Lê şîrketên madenê dixwazin xwezaya me wêran bikin û biherimînin. Lê em destûr nadin vê yekê. Wê deme hatin komkujî pêk anîn û dar jêkirin. Lê vê carê em destûr nadin ku kanên madenê vekin û xwezayê wêran bikin. Wê demê kîvroşk, kozî, û gelek sewalên din tev hatin kuştin. Wê demê ji ber ku me got "Hûn nikarin xwezayê talan bikin em rastî ceza hatin. Me wê demê di ber xwe da û em bi ser ketin. Em dê dîsa di ber xwe bidin û bi ser bikevin. Me we demê di ber xwe da û bi biryara Dadgehan Şêwira dewletê şîrket mecbûrî rapora ÇED'ê kir. Em dê dîsa di ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Welatiyê 75 salî Selami Kirmizi jî anî ziman ku ew madenê naxwazin û wiha got: "Şîrketên madenê 5-6 salin li serê me bûne bela. Em ji ber van belayan li ser giran nobetê digirin. Bi kanên madenê mirov, sewal û xweza bi bandor dibe. Hemû zindî jê zerarê dibînin. Em madenê naxwazin."
Pîra 60 salî Neslihan Kirmizi jî anî ziman ku pêdiviya wan ji hewaay paqij hiye û wiha got: "Li vir pêdiviya me ji darên çam, zeytûn û hewaya paqij heye. Piştî kanên madenê hatin vekirin neçar mam pezê xwe bifiroşim. Niha ji ber kanên madenê em nikarin razên. Mal, milk û xwezaya me talan kirin.
Pîra 70 salî Sabriye Çetin jî anî ziman ku ew heta dawî li dijî kanên madenê ne û dê destûr nedin avakirina kanên madenê. Welatî Emrullah Ozcan (55) jî heman pertek anî ziman.
Seroka Komeleya Parastina Mîrateyên Çand û Xwezaya Çiyayê Kaz ê Suheyla Dogan jî anî ziman ku ger ew destûr midin şîrketên kanên madenê dê hemû xweza wêran bibe û gğund ji cih û warên xwe koç bikin.
Dogan anî ziman ku ew dê li dijî vê yekê bi her awaşî tê bikoşin û destûr nedin şîrket kanên madene ava bikin.
Sakıp Yaşar - dihaber