Ji ber ku malên wan ên bajar xera bûn vedigerin gund

ŞIRNEX - Welatiyên ku piştî qedexeya Şirnexê malên wan hatin rûxandin, vegeriyan gundê xwe yê 24 sal berê hatibû valakirin û dest bi jiyaneke hevpar kirin. Li gundê ku av û ceryan lê tune ye welatiyan ji nû ve avahiyên xwe çêkirin û karên xwe bi awayekî kolektîf dikin.

Welatiyên ku piştî qedexeya derketina kolanan a di 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê hat îlankirin neçar man malên xwe biterikînin, li gundê xwe yê Bîlmadê ku di sala 1993'yan de hatibû valakirin bi cih bûn û li gel hemû zor û zehmetiyan jî têdikoşin. Piştî qedexeyê ji bo xaka xwe neterikînin heta demekê bîlmadiyan di konan de li ber xwe da û piştî 24 salan şûnve ji nû ve malên xwe avakirin û di heman demê de li gund hîmê jiyaneke kolektîf davêjin.

LI BER STRANAN ŞÎR DIDOŞE

Welatiyên gundê ku li ser riya Şirnex-Sêrtê ye, anîn ziman ku li dijî polîtîkayên koçberiya ji neçarî ew ê di mayîna li ser xaka xwe de tim israr bikin. Li gundê ku av û ceryan lê tune ye, bi hilatina rojê re bêrîvan û mêr ji bo doşandina şîr tevdigerin. Piştî ku mî li ber stranan ji aliyê jin û mêran ve tên doşandin, gundî berê xwe didin navenda gund.

Bîlmadî pêdiviya xwe ya avê ji kaniyên derdorê peyda dikin û her wiha ji bo ava cemidî jî riyek ji xwe re dîtine. Ciwanên gund bi motorsiklêtê metereyên avê dibin gundê ku 7 kîlometre dûrî wan e û li wir avê dikin qeşa û paşê tînin gund. Her wiha jinên gund jî, ji bo ku cemed nehele wan dixin termûsan.

JI HAWIZÊ KU BI AWAYEKÎ PALÛTEYÎ HATIYE ÇÊKIRIN AVÊ DIKIŞÎNIN

Her wiha niştecihên gund ava xwe ya rojane jî ji hawizê ku bi awayekî palûteyî çêkirine dikişînin. Hawiz 2 kîlometreyan dûrî gund de û bi ava berfê tije bûye. Xirtûma ku bi hawiz ve hatiye girêdan heta gund hatiye kişandin. Di hin demên diyarkirî yên rojê de jin van xirtûman li malan digerînin û her kes li gor pêdiviya xwe metere û debokên xwe tije dikin.

GEŞEDAN JI RADYO TÊN ŞOPANDIN

Li vî gundê ku jin û mêr kar li hev parve dikin, xwarin jî li ser êzingên ku ji aliyê mêran ve tên berhevkirin tên çêkirin. Li gund amûrên teknolojîk nayên bikaranîn û kinc bi destan tên şûştin. Sînem Sîplî, anî ziman ku nebûna ceryanê wan tengavî dike û ji ber ku ew her tiştî bi destan dikin zêde diwestin.

Her wiha li gund qewimîn û geşedanên li cîhanê ji radyoyan tên şopandin.

Jina extiyar Gulê Sîplî jî, anî ziman ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew dixwazin li gundê xwe bijîn. Sîplî xwest ku riya gundê wan û pirsgirêka ceryan û avê ya gund bê çareserkirin.

KESÊN JI JIYANA GUND ACIZ IN GILIYÊ GUNDIYAN DIKIN

Ya ku herî zêde bîlmadiyan nerihet dike jî îdiayên ku dê malên wan bên rûxandin. Sedem jî ji ber ku mal bê ruhset in. Mehmet Sîplî, dest nîşan kir ku têkildarî mijarê wan bi rayedaran re hevdîtin çêkiriye, lê belê hîn bersiveke erênî nehatiye dayîn. Sîplî, dest nîşan kir ku kesên ji jiyana wan a li vir nerihet in tim û tim giliyê wan dikin. Sîplî got ku, divê her kes piştevaniya wan bike.

BÎLMAD BÛ WARGEHA KOÇERAN

Koçerên ku ji ber qedexeyan nikarin heywanên xwe bibin zozanan jî, li hêla gundê Bîlmadê bi cih bûne û heywanên xwe diçêrînin. Koçer Emîn Gungen wiha got: "Me xwest em biçin zozanan, lê belê li ser riya Şêxan, Nêvyan û Mêra Kêrayê leşkeran em asteng kirin. Piraniya miyên me bi nexweşîna zerikê ketin. Pêvajoya şerî em perîşan kirin. Li Bîlmadê riyên çûyîna zozanên Çiyayê Herekolê hene. Em jî hatin vir."

Berivan Karataş / Cihan Olmez - dihaber