COLEMÊRG - Niştecihên gundê Minyanîş û Zawîte yên navçeya Çelê ku ji ber operasyonên leşkerî êdî hema bêje nikarin çandinî û sewalvaniyê bikin û ji bo çûyîna nav erdên xwe jî destûrê ji qereqolê dixwazin.
Niştecihên gundê Minyanîş û Zawîte yên navçeya Çelê ku ji ber operasyonên leşkerî êdî hema bêje nikarin çandinî û sewalvaniyê bikin û ji bo çûyîna nav erdên xwe jî destûrê ji qereqolê dixwazin.
HER 4 ZOZANÊN GUND JÎ QEDEXE NE
Suleyman Demîr ku li gundê ku zozanên wê yên bi navê Xendek, Kanî Kunmişk, Kani Kêtke û Xarêgoveyê hatine qedexekirin dijî, anî ziman ku li gund her diçe hejmara heywanan kêm dibe û wiha got: "Li herêmeke wisa ku zozan lê tune bin heywan nayên xwedîkirin. Havînan li van deran germahî 45 derece ye. Bi salan e ji ber ku zozanên me tên qedexekirin êdî em nikarin biçin. Li her malê ancax 2-3 bizin tên xwedîkirin. Em wan jî li ber malê girêdidin. Wekî din sewalkarî nemaye."
Esma Demîr, dest nîşan kir ku hevrazên li hawirdora gund jî hatine qedexekirin û ew hepsî gund hatine kirin. Demir wiha axivî: "Berê miyên me hebûn. Niha yek jî tune ye. Li nav gund mî nayên xwedîkirin. Ancax mirov dikare du sê bizinan xwedî bike. Êdî jiyana me nema. Êdî em her tiştî ji dikanan dikirin. Berê me mast, penêr û rûnê nivîşk dişandin bajaran, lê niha em ji dikanan dikirin."
‘BERÊ ME HER TIŞTÊ XWE BI XWE HILDIBERAND
Ji gundê Zawîtê yê ku ji ber qedexe û operasyonan vala bûye, welatiyê bi navê Ekrem Edîş anî ziman ku li gund li gel sewalvaniyê gûz, birinc û genim jî dihat çandin û wiha got: "Berê li vir 40 mal hebûn û 2 hezar pezên me. Mala herî kêm gûz difirotin 200 teneke difirotin. Me birinca xwe, genimê xwe diçand. Me ji bilî çay, şekir û kincan tiştek nedikirî. Yê mayî me hemû li gund diçandin. Lê niha gundê me hatiye qedekirin. Êdî ji bo vexwarina avê jî em nikarin derbasî aliyê din jî bibin. Ew der hemû bitapû ne, lê dîsa jî em nikarin biçinê. 15 zarokên min, 9 bizinên min hene. Ka em ê çi bikin?"
JI BO BIÇIN NAV ERDÊN XWE DESTÛRÊ JI QEREQOLÊ DISTÎNIN
Kemal Olmez jî diyar kir ku ji bo ew biçin nav zeviyên xwe ew destûrê ji Tabûra Avûşduzuyê distînin û wiha got: "Li bakurê gund qereqol heye, ew herêm ji bo me qedexe ye. Ji ber qedexeyan jî em nikarin biçin gundê Zawîteya kevn ku li hevrazê li hember e. Dema em bixwazin biçin nav erdê xwe divê em destûrê ji qereqolê bistînin. Ji bo vê jî şahid divê an jê hûn nikarin biçin nav zeviyê xwe. Ji ber vê yekê êdî dahata me daket sifirê. Qadên me yên jiyanê neman."