Li girtîgehan ferzkirina 'lêgerîna tazî' didome

BALIKESÎR - Li girtîgehên ku piştî OHAL'ê tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, ferzkirina "lêgerîna tazî" ku wek binpêkirina rûmetê tê diyarkirin didome.

Girtiyê bi navê Sînan Gul ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, nameyek şand û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Gul, diyar kir ku di 8'ê Hezîranê de girtiyên bi navê Cahit Sami, Selman Aydin, Diyar Ataç, Orhan Kara, Şeref Gulen, Serdar Taşkin, Sedat Aras, Mesut Erkek ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê sirgûnî Girtîgeha Bandirmayê hatine kirin.

Gul, got ku li 8 girtiyên ku dema hatine girtin "lêgerîna tazî" hatiye ferzkirin û hatine derbkirin.

Gul wiha ragihand: "Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li hevalên me hatiye ferzkirin, lê hevalên me ev ferzkirin qebûl nekirine û diyar kirine ew dikarin lêgerîneke normal bikin. Lê belê, li têketinê hatine derbkirin û îşkence li wan hatiye kirin. Serê hevalekî me hatiye şikandin. Hevalên me yên din jî tevî şopên derbkirinê şandin odeyên wan.

Lê îdareya girtîgehê tenê rapor daye hevalê ku serê wî hatiye şikandin. Li dijî van ferzkirinên xeyrî mirovane me çalakiyên protestokirinê li dar xistin, lê lêpirsîn hatin destpêkirin. Ev rêbazên çewisandinê piştî her îşkenceyê dikevin dewrê. Lê belê, ne hevalên me yên îşkence li wan hatiye kirin û ne jî em bi tu awayî pêkanîn û ferzkirinên binpêkirina rûmetê qebûl nakin û em radigihînin îdareya girtîgehê ku em ê van ferzkirinan protesto bikin."

Gul, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê banga hestiyariyê li raya giştî kir.